Li Amûdê li dijî gefên dewleta Tirk civînek hat lidarxistin

Li navçeya Amûdê li dijî gefên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna ji gel re hat lidarxistin, di civînê de soza berxwedanê hate dayîn.

Li Amûdê li dijî gefên dewleta Tirk civînek hat lidarxistin
Li Amûdê li dijî gefên dewleta Tirk civînek hat lidarxistin
Li Amûdê li dijî gefên dewleta Tirk civînek hat lidarxistin
8 mijdar, 2021   15:31
QAMIŞLO

Civîn li navenda Hûrî ya çand û hunerê ya navçeya Amûdê bi tevlêbûna şêniyên navçeyê hate lidarxistin.

Di civînê de yek ji rêveberên Meclisa Navçeya Amûdê Sebrî Ehmed balkişand ser binkeftina êrişên dewleta Tirk li ser Garê, Zap, Metîna, Avaşîn û got, "Dewleta Tirk li dijî gerîla binkeftinek mezin dijî. Plan dikirin ku wê di nav mehekê de biserkevin. Lê ruxmî hemû teknîka pêşketî û çekên kimyewî ev 8 meh in berxwedaniyek mezin tê raberkirin."

Sebrî Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk di vê pevajoyê de êrişî Mexmûr û Şengal kir, niha jî amadekariya êrişî Rojava bikin dikin û got: "Di şerê li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî de amadekariyên me ne zêde bûn. Lê niha rewş cûda ye. Li gor demên berê amadekariyek mezintir heye. Hemû xebatên me li gor şerekî muhtemel tên kirin. Şerekî muhtemel derbikeve wê ji bo wê bibe şerekî hebûn û tinebûne. Ger em li ber xwe bidin û bibêjin ev ax ya me ye em naçin cihekî din wê demê em ê  bi serbikevin.  Wê demê dijmin nikare tiştekî bike."

Piştî axaftinê civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

ANHA