ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-10-2021
16 cotmeh, 2021   23:00

-Hin kesên ku bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştine gotin: "Şoreşa ku rêber Ocalan li dar xistiye, şorşeke dîrokî ye, ji ber ku hemû şoreş di nav xwe de girtiye û hêviyên wan ku zindî kirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

Dr. Nûredîn Mûsa an ku Bavê Hozan li eniyên pêş ên berxwedanê cihê xwe digirt û şervan li nexweşxaneyan tedawî dikir. Her wiha roleke girîng di perwerdekirina kadroyên tenduristiyê de lîst. Tevî nexweşiya xwe bê terdudu alîkarî dida. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beşdarên çalakiya konvedanê ya li Minbicê got, pêwîstiya herêmê bi fikirê azad ê rêber Abdullah Ocalan heye û bang li gelê azad ê cîhanê kir ku bikevin tevgerê û zextê li rêxistinên hiqûqî bikin da ku erka xwe li hemberî rêbertî bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvendê ya li deriyê Sêmalkayê berdewam dike, şênyên Hesekê çalakiyê dewr digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevbendiya rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya damezrîner li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Diyar dibe ku helwesta rêveberiya Biden a li hemberî hikumeta Şamê ji helwesta Trump cuda ye, ji ber ku Biden têkiliyan bi Şamê re normalîze nake. Li aliyekî din bloka Sedir ya bi serokatiya Muqteda Sedir di hibijartinan de serkeftinek mezin bi dest xist. Li hemberî wê, hevbendiya Fetih ku piraniya hêzên Heşd Şabî ya hevalbenda Îranê digire nava xwe, binkeftineke mezin jiyan kir.

- Lêkolîner û şîrovekarê siyasî yê ermenî Yegya Taşijiyan got, bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî şer e û qanûnên navneteweyî bin pê dike. Her wiha diyar kir ku Erdogan hewl de piştgiriya gel a ji bo xwe vegerîne, ku ji ber kiryarên xwe yên li dijî kurdan winda kiriye.

POLÎTÎKA

- Salih Muslim, destnîşan kir ku çi êriş ji aliyê rejîma AKP`ê ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk werin wê rastî berxwedaniyek dijwar were û got: “Ji bilî berxwedanê tu rê li pêşiya me tune ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevan Cahît Merwan îşaret pê kir ku dewleta Tirk li pey provokasyonan e û got "Dewleta Tirk dixwaze careke din provokasyonekê çêke, qaşo dê hêzên navneteweyî bixapîne û li herêmê tevgereke nû ya dagirkeriyê bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Silêman Ereb diyar kir ku hilbijartinên parlamentoya Iraqê û encamên wê hêviyên iraqiyan pêk neanîn û diyar kir ku lîstina bi dengan bandoreke neyinî li gel kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Endamên Meclisa Ciwanên Reqayê li ser encamên penabertiyê hişyar da û diyar kir ku ev yek rêbazekî şerê taybet li dijî gelên herêmê ye ku bi hedefgirtina ciwanan tê meşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA