​​​​​​​‛Xweparastin rêbaza herî baş a pêşîlêgirtina belavbûna Koronayê ye’

Şêniyên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li gel berbelavbûna fireh a pêla 4`an a Koronayê û girtina dergehên mirovî yên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, divê her kes pabendi tedbîrên xweparastinê û biryarên şaneyên aloziyê yên li herêmê be.

​​​​​​​‛Xweparastin rêbaza herî baş a pêşîlêgirtina belavbûna Koronayê ye’
1 cotmeh, 2021   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên navçeya Dêrikê ya Qamişloyê bal kişand ser mijara xweparastina tenduristî û pabendbûna bi encamên civînên şaneya aloziyê û hevkariya bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ku 24 saetan li ser rêveçûna pêkanîna biryara qedexeyê dixebitin.

Kamereya ANHA’yê li kolanên navçeya Dêrikê rewşa şêniyan şopand û bi gelek şêniyan re ku pêdiviyên xwe peyda dikirin, hevpeyvîn çêkirin. Şêniya bi navê Hediye El-Ebdullah da zanîn ku pabendbûna şêniyan bi perspektîf û biryaran rêbaza yekane ya sînordarkirina berbelavbûna vîrusa Koronayê ye, her wiha bang li şêniyan kir ku bibin piştevanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Li aliyekî din jî Merwan Umer biryara Şaneya Aloziyê bi erênî wesif kir û wiha got: "Ji bo pêşîlêgirtina pêketina vîrusê, divê em tevahî tedbşrên xweparastinê pêk bînin; ji dûrketina civakî heta bi lixwekirina mask û lepikan."

Her wiha hemşîreya Navenda Jiyan a Covid-19’ê ya li Qamişloyê Cîhan Ehmed ev tişt got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li beramber xeteriya pêla 4’an a vîrusa Koronayê ye, ji ber rewşa pêketiyên vîrusê zêde dibin. Ji lew re divê şênî panbendî tedbîrên tendurisî û dûrketina civakî bibin û vê merheleyê paşguh nekin."

Cîhan Ehmed wiha domand: "39 kesên bi vîrusê ketine di navendê de ne, jê 6 rewşên wan giran e, lê yên din ber bi başbûnê ve ne. Kadroya tenduristiyê ya Navenda Jiyan lênirîneke tenduristiyê ya guncaw ji nexweşxan re pêşkêş dike heta baş bibin."

MINBIC

Li Minbicê jî bangên pabendbûna bi tedbîran hatin kirin. Şêniya bi navê Nesrîn El-Elî têkildarî mijarê wiha got: "Zanabûn ji her tiştî girîngtir e, heke em ne zana bin û pabendî tedbîrên guncaw ên xweparastina ji vîrusê nebin dê hejmara pêketiyan zêde bibe û rewş ji bin kontrolê derkeve. Bi wê re dê karesatek pêk bê, divê kombûn pêk neyên, şênî maskan li xwe bikin, dezenfekteyan bi kar bînin û paqijiya takakesî bikin."

Fadiye Resûl a ji şêniyên Minbicê bang li dayikan bi taybet kir ku divê dayik tedbîrên guncaw ên parastina zarokan û paqijiyê pêk bînin, maskan li zarokan bikin, destên wan dezenfekte bikin û dûrî cihên giştî bibin.

Fadiye Resûl li dawiyê got paqijî û panbendiya bi tedbîran di vê demê de ji rêbazên herî guncaw in û divê derziyan bibin, da ku jiyan wekî berê vegere.

(fr)

ANHA