Yekitiyên Tenduristiyê banga avakirina komîteyeke tenduristî ji bo rêber Ocalan kir

Yekitiyên tenduristiyê û Komîteya Rêbertî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî xwest ku komîteyeke tenduristiyê ava bike da ku serdana Îmraliyê bike û rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan bişopîne.

Yekitiyên Tenduristiyê banga avakirina komîteyeke tenduristî ji bo rêber Ocalan kir
30 îlon, 2021   12:28
QAMIŞLO

Yekitiyên tenduristiyê û Komîteya Rêbertî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da û ji rêxistinên tenduristiyê (Xaça Sor a Navneteweyî, CPT) re şand.

Daxuyanî li baxçeyê Nexweşxaneya Dil û Çav a Qamişloyê ji aliyê Dr. Fadil Faris ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Em ji rêxistinên tenduristiyê yên mirovî hêvî dikin ku destwerdana aliyên navneteweyî yên têkildarî kar û barê girtiyan û nexasim girtiyên siyasî bikin da ku fişarê li dewleta Tirk bikin ku destwerê bide rêxistinên tenduristiyê ku serdana birêz Abdullah Ocalan yê li girava Îmraliyê bike û rewşa wî ya tenduristî bişopîne.

Ji dema girtina rêber Ocalan beriya 23 salan ve, rastî cureyeke tund a tecrîdê tê. Destûr nayê dayîn ku malbat û parêzerên wî ji destpêkirina tevgera gel di bihara gelên Rojhilatla Navîn de, serdana wî bikin. Bi vê yekê dixwazin ku gelên herêmê ji fikir û nêrînên wî yên ku banga jiyana aştiyane û biratiya gelan û demokrasiyê dike, sûdê wernegirin. 

Ji ber vê yekê jî em hêvî dikin ku hûn komîteyên tenduristiyê serdana Ocalan li zindana Îmraliyê bikin û eger derfet hebe tîmeke ji bijîşkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di van komîteyan de cih bigire."