Li Tebqayê ji ber kiryarên dewleta Tirk pirsgirêka ava vexwarinê derket

Saziya Avê ya Tebqayê bi hemû hêza xwe hewl dide ava vexwarinê bigihîne şêniyên Tebqayê û gundewarên wê. Li aliyekî din jî pirsgirêka avê li taxa Ayid berdewam e û saziya avê sedemên pirsgirêkê diyar kirin.

Li Tebqayê ji ber kiryarên dewleta Tirk pirsgirêka ava vexwarinê derket
27 îlon, 2021   08:53
TEBQA

Ji ber kêmbûna ava gola bendava Firatê 3 stasyonên ava vexwarinê yên li Tebqayê rawestîn.

Di encamê de ava vexwarinê heta çend rojan bi temamî qut bû. Saziya Avê ya Tebqayê yekser destwerdan kir û rê li pêşiya vê karesatê girt û hilmij guhartin. Lê ji ber qutbûna kehrebeyê av bi şêwaza dihat xwestin nedigihaşt şêniyan.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Saziya Avê ya Tebqayê saetên xebitandina hilmijan zêde kirin da ku av bighêje hemû taxên bajêr û gundewarê wê.

Lê ev pirsgirêk li taxa Ayid a li rojavayê bajêr çareser nebû. Şênî ji çend mehan ve bê av in.

Şêniya bi navê Xewla El-Mihemed got: “Ji ber ku dewleta Tirk ava Firatê li paş bendavan digire, av nagihêje me. Ji 8 mehan ve me av nedîtiye.”

Şêniya bi navê Xedîce El-Elî jî diyar kir ku kêmbûna ava çemê Firatê azarên wan zêde kirin ne tenê li taxa Ayid lê belê azarên hemû niştecihên Sûriyê zêde kirin. Xedîce bang li rêxistinên civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku ava çemê Firatê berde.

Hevserokê Saziya Avê ya Tebqayê Hemûd El-Şêx got: “Ji ber ku taxa Ayid ji taxên din bilintir e, hilmij avê nagihînin taxê û li taxa Ayid gelek dar hatine çandin û şênî bi rêya ava vexwarinê wan daran av didin. Ji ber wê pirsgirêka kêmbûna avê zêde bû û nahêle av bigihêje aliyên başûrê taxê yên dûrî stasyonê.”

El-Şêx destnîşan kir ku heke ava golê negihêje asta xwe ya berê û hilmijên stûnî nexibitin, av naghêje hemû taxan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ywwx753A7QE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>