Li Hesekê şehîd Mizel hat oxirkirin û nasnameya şehîdekî hat eşkerekirin

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Mizel Mihemed bi merasîmekê oxir kir û nasnameya endamê TEV-DEM’ê şehîd Ronî Hesekê ragihand.

Li Hesekê şehîd Mizel hat oxirkirin û nasnameya şehîdekî hat eşkerekirin
Li Hesekê şehîd Mizel hat oxirkirin û nasnameya şehîdekî hat eşkerekirin
Li Hesekê şehîd Mizel hat oxirkirin û nasnameya şehîdekî hat eşkerekirin
Li Hesekê şehîd Mizel hat oxirkirin û nasnameya şehîdekî hat eşkerekirin
Li Hesekê şehîd Mizel hat oxirkirin û nasnameya şehîdekî hat eşkerekirin
Li Hesekê şehîd Mizel hat oxirkirin û nasnameya şehîdekî hat eşkerekirin
Li Hesekê şehîd Mizel hat oxirkirin û nasnameya şehîdekî hat eşkerekirin
Li Hesekê şehîd Mizel hat oxirkirin û nasnameya şehîdekî hat eşkerekirin
22 îlon, 2021   18:19
HESEKÊ

Şêniyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Mizel Mihemed ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwaneke bi dehan erebe ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve ketin rê.

Li goristanê tevî deqeyeke rêzigirtinê Hêzên Ewlekariya Hundirîn toraneke leşkerî pêşkêş kir, dûvre yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Oso, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Sultane Ezo û endamê rêveber ê herêma Hesekê Mehmûd axivîn.

Axêveran sersaxiya malbatên şehîdan xwest û da zanîn ku ev merhele piştî şer merheleyeke pir hestiyar re û pêdiviya wê bi çareseriyan ji bo tevahî Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Ev merhele merheleya hevsengiyên siyasî û blokên dewletên herêmî û navneteweyî ne. Ev merhele ji qonaxa şer û têkoşîna leşkerî dijwartir e. Ji lew re pêdiviya wê bi hevgirtina tevahî pêkhateyan û bilindkirina têkoşîna siyasî heye.

Di merasîmê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê nasnameya endamê TEV-DEM’ê şehîd Ronî Hesekê ragihand. Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Ehmed Mizel Mihemed di nava diruşmên silavkirina şehîdan de hat oxirkirin.

(fr)

ANHA