​​​​​​​Rejîma  Îranê kolberekî din qetil kir

Li herêma sînor ê Baneyê hêzên rejîma Îranê komek kolber gulebaran kir, di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Rejîma  Îranê kolberekî din qetil kir
16 îlon, 2021   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kanala Telegramê ya Kolbernews’ê, êvara Pênçşemê, hêzên Komara Îslamî ya Îranê, li sînorê Meran a ser bi bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê êrişî komek kolber kir. Di encamê de kolberê bi navê Mihemed Emîn Qadir ê xelkê Bane jiyana xwe ji dest da.