209 kesên bazirganiya pereyên sexte dikirin hatin binçavkirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 209 kesên propaganda û bazirganiya pereyên sexte dikirin, hatine binçavkirin û 473 hezar dolarên sextekirî yên bi wan re hatine desteserkirin.

209 kesên bazirganiya pereyên sexte dikirin hatin binçavkirin
15 îlon, 2021   11:02
 NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek da raya giştî û di destpêkê de wiha got: “Di demên dawîn de dolarên sextekirî li sûk û dikanên bazirganiyê û pîşesaizyê de zêde belav bûn. Ev yek di çarçoveya şerê taybet yê ji aliyê aborî ve li dijî herêmê tê meşandin, pêk tê. Hin alî hewl didin xwediyên kesayetên lawaz û toreyên xapandin û hîlebaziyê bi kar tînin, da ku gelê me bixapînin û pereyên sexte derbasî sûkan bikin. Bi wê yekê hewl didin ku zirarê bigihînin aboriya herêmên me, ji ber ku buhayê dolar yekser bandorê li sûkan dike.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Li ser bingeha erk û berpirsiyariyên me yên parastina ewlehiya aboriyê û li gorî biryara Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a di dîroka 14`ê Tîrmeha 2021`an, Nivîsgeha Têkoşîna li Dijî Sûcên Birêxistinkirî rewşa sûkan şopand da ku rê li propagandaya pereyên sextekirî bigire.”

Li gorî dauxyaniyê, di wê çarçoveyê de 209 kesên ku beşdarî karên propaganda û bazirganiya pereyên sexte bûne, hatin binçavkirin. Her wiha 473 hezar dolarên sextekirî yên bi wan re, hatin desteserkirin. Ji wan 335 hezar dolarên sextekirî li herêma Reqayê hatin girtin, ji ber erdnîgariya wê herêmê gelek xetên qaçaxiyê tê de belav bûne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê ji bo mayîndekirina aramî û ewlehiyê li herêmê, ew amade ne ku fedekariyên giranbiha bidin.

(cx)