Gundên Girê Spî tên topbarankirin: 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn-HATE NÛKIRIN

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li gundên Erîda û Evdiko yên Girê Spî de du leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Gundên Girê Spî tên topbarankirin: 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn-HATE NÛKIRIN
12 îlon, 2021   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Erîda û Evdiko yên rojavayê bajarê Girê Spî topbaran dikin.

Ji ber toparanê du leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên navçeya Eyn Îsayê.

ANHA