Kongreya Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi dawî bû

Kongreya Yekemîn a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Yekemîn bi xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû.

Kongreya Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi dawî bû
Kongreya Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi dawî bû
Kongreya Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi dawî bû
Kongreya Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi dawî bû
9 îlon, 2021   18:20
TEBQA

Kongreya Yekemîn a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê bi diruşma "Bi pêşxistina pergaleke perwerdeyê ya yekgirtî civaka zane, demokratîk û bi her awayî gihiştî ava dibe"  li bajarê Tebqayê dest pê kir.

 Hevserokên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên deste û komîteyên perwerde û fêrkirinê yên rêveberiyên xweser û meclisên sivîl ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di kongreyê de amade bûn.

Di kongreyê de rewşa perwerdeyê di nava 4 salên dawî de hate nirxandin.

Di axaftinên ku di kongreyê de hatin de rola perwerde û fêrkirinê di avakirina civakan de hate diyarkirin û banga xurtkirina qada perwerdeyê li herêmê hate kirin.

Piştre nîqaş û pêşniyarên ku di kongreyê de derketin, hatin erêkirin.

Di dawiyê de encamaneya kongreyê hatin xwendin ku ji van biryaran pêk hat:

-Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryê meteryaleke perwerdeyê ya yekgirtî were avakirin.

-Sîstemeke stratejîk a pîvan û nirxandinê de were dayîn ku karibe kesayeteke xwendekar ya tegihîştin ava bike.

-Ji bo pêşxistina karînên rêveberî û pergala rêveberiyê, xebat were kirin.

-Pêşxistina asta pîşeyê yên xebatkarên perwerdeyê.

-Ji bo nirxandina mamosteyên di qada perwerde û fêrkirinê de pergeleke nûjen û aktîv were dayîn.

-Li gorî çanda biratiya gelan (Pêkanîna rêbazên demokratîk, qebûlkirina nêrînan, rêzgirtina li hemberî jinan, girêdana bi ax û welat û parastina ekolojiya) nifş werin avakirin.

-Pêşxistina asta wêjeyî li gel xwendekaran, ev yek bi rêya derbaskirina hunerên wêjeyî li meteryalên perwerdeyê (Gotar, çîrok, helbest, roman û şano..) pêkan e.

-Perwerdeya teknîkî û pîşesazî were pêşxistin.

-Binsaziyên dibistanan û avahiyên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê werin sererastkirin.

-Ji bo hemû meteryalan, delîlê mamoste were amadekirin.

- Xebat ji bo avakirina têkiliyan bi saziyên perwerde û fêrkirinê yên xwecihî, herêmê û navneteweyî re were kirin.

- Rêziknameya Desteya Pewerde û Fêrkirinê li gorî hevpeymana civakî ya nû ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were amadekirin.

-Têkildarî qada perwerde û fêrkirinê kenaleke televîzyonê were vekirin.

ANHA