Li Til Temirê civîneke girseyî hate lidarxistin

Meclisa Navçeya Til Temirê bi  şêniyan re civiya. Di civînê de rewşa siyasî, leşkerî û xizmetguzarî hatin nîqaşkirin û daxwazên şêniyan hatin guhdarkirin.

Li Til Temirê civîneke girseyî hate lidarxistin
Li Til Temirê civîneke girseyî hate lidarxistin
Li Til Temirê civîneke girseyî hate lidarxistin
Li Til Temirê civîneke girseyî hate lidarxistin
9 îlon, 2021   17:44
HESEKÊ

Tevahî pêkhateyên navçeyê, nûnerên partiyên siyasî û şêwirmenda Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Zeyneb Mûrad rewşa siyasî nirxand û got: "Qada siyasî germ e, li Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî aramî tune ye,  Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye nuqteya nakokiyên herêmî û navneteweyî, ku zext û gefan li ser herêmên me zêde dikin."

Zeyneb Murad girîngiya xweparastin û rêxistinkirina jiyanê destnîşan kir û wiha domand: "Di parastin û rêxistinkirina jiyanê de, divê em xwe bispêrin xwe, xwe nespêrin tu dewletekê. Tevî hemû zextan jî rewşa herêmên me bi saya hevgirtina gelan û pêkhateyên herêmê ji herêmên din ên Sûriyê baştir e."

Têkildarî armancên dewleta Tirk a dagirker, Zeyneb Murad diyar kir ku armanca dewleta Tirk têkbirina Rêveberiya Xweser e û got: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê di bin banê biratiya gelan de, divê em tevahî cîhanê îqna bikin ku Rêveberiya Xweser sîstema yekane ye ku wekheviyê di navbera gelan de bêyî cûdabûn pêk tîne."

Zeyneb Murad di berdewama nirxandinên xwe de li ser yekitiya kurdan jî got: "ENKS'ê bi hemû rêbazan hewl dide diyalogan têk bibe û rola wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neyinî ye û ne niştimanî ye. ENKS di vê dawiyê de û li gorî siyasetên dewleta Tirk hewl da şêniyan li dijî Rêveberiya Xweser derxîne."

Beşdaran li ser rewşa siyasî, bi taybet rewşa Til Temirê û êrişên dewleta Tirk a dagirker pirs û nêrînên xwe anîn ziman. Her wiha pêwîstiyên xwe û kêmasiyên ku di nava saziyên de derdikevin, kesybaziya hin bazirganan destnîşan kirin.

Têkildarî rewşa leşkerî, ji fermdarên Hêzên Parastina Xabûr a Asûrî Nebîl Werde jî got: "Divê gelê me gotegot û propagendayên ku dagirker û çete belav dikin, bawer nekin. Dagirker bi van gotegotan hewl dide gelê me bitirse  û  neçarî koçberiyê bike. Ji ber vê yekê divê  gelê me hevgirtî be û destekê bide hêzên xwe yên li eniyên berxwedanê."

Zeyneb Murad bersiva pirsên beşdaran da û got, ew ê pirsgirêkên wan bi rêveberiya kantonê û aliyên têkildar re nîqaş bike da ku çareser bikin.

ANHA