ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-09-2021
8 îlon, 2021   23:00

-Ji bo tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re, hedefgirtina hêzên PDK’ê ji gerîla re û şehîdxistina 7 gerîlayan, Tevgera Ciwanên Şoreşger meşeke şermezarkirinê li Qamişlo li dar dixe. Saet 18:30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Koordînatora Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên ezmûna erêkirina mufadeleya (hevyaz) her sê zanîngehan (Rojava-Kobanê- El-Şerq) derdixe.

- Ciwanekî ku berê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li Efrîna dagirkirî hatibû girtin, girtîgeha Raî bi tirbe (gor) bi nav kir û piştrast kir ku Efrîn ne ya berê ye û tê de biyanî pir in, jin wekî dema dagirkirina DAIŞ`ê cilûbergên reş li xwe dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Kobanê bang li malbata Barzanî kir ku dev ji xiyanetê û rijandina xwînê û siyasetên xwe yên li dijî doza kurd berde. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endam û rêveberan HPC’ê diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li benda qonaxeke girîng ‎in, her wiha destnîşan kir ku parastin erka her ferdekî/ê civakê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama Kongra Star Gulê Mihemed bal kişand ser sûcên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî û got, ev sûc ji aliye jinan ve nayên qebûlkirin û yek bi yek tên belgekirin, her wiha banga bilinkirina têkoşîna jinan û yekîtiya Kurdan kir.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Sîhanok Dîbo, destnîşan kir ku veguherîneke niştîmanî Sûrî li pêşiya wan e û got: “Di demên pêşî de em difikirin ku kongreyeke opozîsyona Sûriye ya demokratîk û nîştimanî çêbikin. Her wiha du serdanên me yên girîng wê pêk werin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Rêveberiya Dibistanên Til Temîrê diyar kir ku her çiqas biryara Neteweyên Yekbûyî ya parastina perwerdeyê ji êrîşan hebe jî artêşa dagirker a Tirk wekî her car wan qanûnan binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Piştî Brîtanya û Yekîtiya Sovyetê û piştî êrişên 11`ê Îlona 2001`an Amerîka derbasî çirava Efganistanê bû. Amerîkaya ku piştgiriyeke veşartî dida şerê li dijî Sovyetê, piştî ew rastî êrişan tê. Lê piştî 20 salan ji şerê ku gelek zirar gihandinê; ew jî ji Efganistanê vekişiya û careke din Talîbanê welat kontrol bike. (BI WÊNE)

ANALÎZ

- Di cîhana zindî û ruhberan de her cure û celeb li gorî xwe xwedî sîstemeke parastinê ne. Cureyekî bi tenê yê zindiyan tune ye ku bêparastin be. Heta mirov dikare li gerdûnê berxwedana her elementî û her perçikî ji bo parastina hebûna wî weke xweparastinê şîrove bike.

ANHA