QSD: Li Cedîd Igêdat 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

QSD`ê 2 çeteyên DAIŞ`ê ku tev li êrişên li dijî hêzên wan û sivîlên li Dêrazorê bûbûn, girtin.

QSD: Li Cedîd Igêdat 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
30 tebax, 2021   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) 2 çeteyên DAIŞ`ê ku tev li êrişên terorîst ên li dijî hêzên wan û sivîlên li Dêrazorê bûbûn, girtin.

Her wiha QSD`ê diyar kir ku operasyon bi destekdayîna hewayî ji aliyê hêzên Koalisyona Navneteweyî ve li bajarokê Cedîd Igêdat ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê hat lidarxistin.

 QSD`ê got piştî ku şaneyên terorîst dewriyeyeke hêzên wan kiriye hedef, yekîneyên wan di nava 2 rojan de lêgerîn di rûberên berfirh ên herêmê de pêk anîne.

Li gorî malpera fermî ya QSD`ê di wê operasyonê de gelek belge û kaxizên bi çeteyan re hatine desteserkirin.

(bx)

<iframe width="650" height="366" src="https://www.youtube.com/embed/DmuHgtHfAGE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>