Hûsiyan li Yemenê mezintirîn bargehên leşkerî hedef girt; gelek kuştî û birîndar çêbûn

Baregeha El-Ened a leşkerî ya li parêzgeha Lehec ku mezintirîn baregehên leşkerî li Yemenê ye, vê sibehê bi moşekan û balafirên bêpîlot hate hedefgirtin. Di encamê de nêzî 30 kes hatin kuştin û hejmareke din birîndar bû.

Hûsiyan li Yemenê mezintirîn bargehên leşkerî hedef girt; gelek kuştî û birîndar çêbûn
29 tebax, 2021   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera El-Erebiyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên leşkerî ji Yemenê, ragihand ku Hûsiyan vê sibehê baregeha El-Ened a leşkerî li parêzgeha Lehec a Yemenê kirin hedef û di encamê de 30 kes hatiye kuştin.

Berdevkê herêma leşkerî ya 4`a Mihemed El-Neqîb ji AFP`ê re axivî û diyar kir ku êrişa li dijî mezintirîn baregehên leşkerî yên li başûrê weltê, bi moşek û balafirên bêpîlot hatiye kirin.

Her wiha diyar kir ku di êrişê de herî kêm 30 kes hatiye kuştin û 56 birîndar bûne û dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Erebeyên ambulansê hîna jî birîndaran û cenazeyên kuştiyan radike nexweşaneyan.

(cx)