Sibe li Cezayîrê aloziya Lîbyayê dê were nîqaşkirin

Dezgehên çapemeniyê yên Cezayîrê ragihand ku roja Duşemê dê civîneke li ser asta wezîrên dewletên cîranên Lîbyayê ji bo bidawîkirina aloziya Lîbyayê were lidarxistin.

Sibe li Cezayîrê aloziya Lîbyayê dê were nîqaşkirin
29 tebax, 2021   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kir ku wezîrên karên derve yên 7 dewletan dê sibe li Cezayîrê kom bibin da ku rêbazên bidawîkirina aloziya Lîbyayê nîqaş bikin.

Lîbya, Cezayîr, Misir, Sûdan, Chad, Tûnis, Mali, nûnerên Yekitiya Afrîka û NY`yê jî dê beşdarî civînê bibin.

Li gorî çavkaniyan, civîn wê du rojan dewam bike û tê payîn ku wezîrê karên derve yê Almanyayê jî beşdarî civînê bibe.

(bx)