​​​​​​​`Planên PDK`ê û dewleta Tirk yek in`

Malbatên şehîdan ên kantona Qamişlo diyar kir ku PDK`ê bi hedefgirtina gerîlayan şerê birakujiyê dike û PDK`ê guh nade bangên lixwe vegerê.

​​​​​​​`Planên PDK`ê û dewleta Tirk yek in`
19 tebax, 2021   07:32
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di dîroka 26`ê Tîrmehê de 3`ê gerîlayan dema di navçeya Xelîfan re derbas dibûn, ji aliyê hêzên PDK`ê ve bi çekên giran hatin hedefgirtin, ji wê demê ve çarenûsa wan gerîlayan nehatiye eşkerekirin. Tevî bangên HPG û KCK`ê li ser eşkerekirina çarenûsa gerîleyan jî, PDK`ê heta niha tu agahî nedane.

Der barê mijarê de malbatên şehîdên HPG`ê yên kantona Qamişlo nerînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Xwişka şehîd Ferhan Xelef (Diyar) Xêriyê Hesen diyar kir ku HPG`ê, PDK`ê ji dewleta Tirk a xwînmij diparêze, lê mixabin kiriyarên PDK`ê li hemberî Hêzên Parastina Gel pêkanîna fermana dewleta Tirk e û wiha domand: “Berjewendiyên PDK`ê û dewleta Tirk yek in.”

Xêriyê Hesen da zanîn ku PDK`ê bi hedefgirtina gerîlayan şerê birakujiyê dike û wê birakujî zirarê bide gelê Kurd û wiha dewam kir: “Em bi hêvî ne ku êdî PDK`ê li gorî dijmin tevnegere.”

Xêriyê Hesen da xuyakirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku şerê birkujiyê di navbera hêzên kurdî de derxe, ger PDK`ê di van kiryarên xwe de dewam bike ew ê armanca dijmin pêk bîne û wiha got: “Daxwaza me ew e demildest rewşa gerîlayên revandî bê eşkerekirin.”

`PDK`Ê KETIYE XETA XIYANET Û TESLÎMKARIYÊ`

Bavê şehîd Orhan Newal, Behcet Dêriş jî got, ev ne cara yekemîn e ku PDK`ê dixwaze şerê PKK`ê bike, planên PDK`ê û dewleta Tirk a qirker li dijî Hêzên Parastina Gel HPG`ê, yek in.

Dêrîş destnîşan kir ku PDK`ê tiştek ji bo Kurdan nekiriye, her dem xizmeta dijminan dike û şerê kurdayetiyê dike û wiha dewam kir: “Malbata Barzanî bûye malbateke erdoganî, hindik maye bibe beşek ji hikumeta Erdogan a Başûrê Kurdistanê!. Divê gelê Kurd hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re baş nas bike.”

Dêrîş da zanîn ku PDK`ê guh nade bangên lixwe vegerê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “PDK`ê bi saya PKK`ê maye, lê PDK`ê ketiye xeta xiyanet û teslîmkariyê.”  

Xwişka şehîd Mihemed Xêr, Tirkiya Hiro jî got: “Kiryarên PDK`ê tê wateya destpêkirina şerê birkujiyê yê mîna salên 90`î.”

Tirkiya anî ziman ku li şûna derxistina şerê birkujiyê ew daxwaza yekîtiyê dikin û wiha got: “Heke PDK`ê wiha dewam bike ew ê tunebûna gelê Kurd bîne.”

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/O7K5yPKaDo8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>