Cendirmeyên Tirk li ser sînor îşkence li 2 zarokan kir

Dema 2 zarokan hewl da sînorê di navbera Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê de derbas bikin, cendirmeyên Tirk îşkence li wan kir.

Cendirmeyên Tirk li ser sînor îşkence li 2 zarokan kir
18 tebax, 2021   10:14
 HESEKÊ

Ehmed Salih (16) û Mehmûd Salih Meter (17) dema saet di 03:00`yan de hewl dida sînorê di navbera navçeya Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê de derbas bikin, ji aliyê cendirmeyên Tirk ên li ser sînor ve hatin girtin û îşkence lê kirin.

Her du zarokên ji kantona Hesekê, vê sibehê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li navçeya Dirbêsiyê.

Ehmed Salih ji dest û lingê xwe yê çepê û Mihemed Salih Meter jî di her du lingên xwe, destê çepê û ji rûyê xwe birîndar bû.

Ehmed Salih da zanîn ku 8 cendirmeyên Tirk zêdetirî 3 saetan bi kêr û alavên hesinî li wan daye.

Mihemed Salih Meter jî ji ber birînên rûyê xwe nekarî biaxive.

Ehmed Salih got piştî ku îşkence li wan kirin, cendirmeyên Tirk vê sibehê ew avêtin aliyê Sûriyê.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8Zx8yivcjrE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>