Li gundewarên Qamişloyê pirsgirêka avê çareser bû

Meclisa bajarokê Tenûriyê bi hevkariya Daîreya Avê ya Qamişloyê pirsgirêka avê ya ku li bajarokê Tenûriyê û gundê Degşûriyê derketibû, çareser kir.

Li gundewarên Qamişloyê pirsgirêka avê çareser bû
17 tebax, 2021   07:33
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Ji Adara borî ve pirsgirêka qutbûna avê li bajarokê Tenûriyê û gundê Degşûriyê ku 14 km dûrî Qamişloyê ne, çêbû.

Ji ber gazincên gel ji bo qutbûna avê, meclisa bajarokê Tenûriyê mijara qutbûna avê şopand. Di encama şopandinê de, derket holê ku hin kesan ji toreya avê ya bajarokê Tenûriyê û gundê Degşûriyê, bi awayekî neqanûnî xet kişandine û di encamê de av nedigihîşt Tenûriyê û Degşûriyê.

Hevserokê meclisa bajarok Mihemed Xêr Elîka têkildarî mijarê got: “Bi hevkariya Şaredariya Tenûriyê û Daîreya Avê ya Qamişloyê, me li gundê Degşûriyê 4 xetên neqanûnî û li Tenûriya nû jî 13 xet birîn.”

XETÊN NEQANÛNÎ DÊ WERIN QUTKIRIN

Elîka da zanîn ku piştî xetên ku bi awayekî neqanûnî hatin qutkirin, av gihîşt şêniyan û wiha dewam kir: "Em ê hemû xetên ku bi awayekî neqanûnî hatine kişandin, qut bikin."

Li aliyekî din welatiyekî ji gundê Tenûriya nû Ebdulrehman Behrî diyar kir ku niha piştî qutkirina xetên neqanûnî, av digihêje wan.

ANHA