Endamên Kongreya Star: Heke endamên RJAK`ê neyên berdan, wê helwesta me tund be

Endamên Koordînasyona Kongreya Star a Qamişlo hişyarî da PDK’ê ku ger endamên rêxistina RJAK’ê bernedin, helwesta jinên Rojava wê tund be û bang li PDK’ê kir ku her sê jinên siyasetmedar yekser berde.

Endamên Kongreya Star: Heke endamên RJAK`ê neyên berdan, wê helwesta me tund be
16 tebax, 2021   09:37
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

3 jinên siyasetmedar ên Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) beşdarî salvegera 7’an a komkujiya Şengalê bûn, ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk anîbû, lê dema vedigeriyan hêzên ewlekariyê yên PDK’ê ew li Hewlêrê girtin.

Têkildarî mijarê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Qamişlo Şaha Xelîl wiha got: "Helwest û dengê jinên Kurd dê li hember siyasetên li dijî wan bibe yek. Divê PDK’ê yekser her sê jinên siyasetmedar berde. Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku siyaset û sûcên li dijî jinan pêk tên rawestînin."

PDK’ê bi tevkariya dagirkeriya Tirk siyaseta dijberiya kurdan pêk tîne, li ser vê yekê Şaha Xelîl got: "Şerm e ku PDK’ê endamên rêxistina RJAK’ê birevîne."

Şaha Xelîl hişyarî da PDK’ê heke bi awayekî lezgîn endamên rêxistina RJAK’ê bernedin, dê helwesta jinên Rojava li hember siyasetên wê tund be.

Li aliyekî din jî Endama Koordînasyona Kongreya Star a Qamişlo Gulistan Gulo anî ziman ku tevahî jinên li çar parçeyên Kurdistanê ji hêla zihniyeta mêrdestiyê ve di siyaseta qirkirinê re derbas dibin û ev tişt got: "Para jinên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji van siyasetan a herî mezin bû. Li Rojava rûbirûyî siyasetên hikumeta Şamê û li Başûrê jî rûbirûyî siyasetên PDK’ê bûn."

Gulisan Gulo wiha berdewam kir: "Mixabin, PDK’ê jinên ku di oxira azadiya xwe, azadiya gelê xwe de tê dikoşin, armanc dike."

Gulistan Gulo destnîşan kir ku PDK’ê hewl dide tevahî dengên banga azadiyê dikin, biçewisîne û qut bike û wiha domand: "Divê tevahî tevger û rêxistinên jinan li hember van sûc û kiriyaran têkoşîna xwe bilind bikin. Divê PDK’ê jî kiryarên xwe yên li dijî jinan rawestîne."

Gulistan Gulo got divê PDK’ê rê li pêş jinên li Başûrê Kurdistanê hêsan bike da ku xebata xwe berdewam bikin.

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KvtL3w5eHtw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>