Nezîre Gewriyê: Divê hemû aliyên Sûrî li ser maseya diyalogan rûnên

Nezîre Gewriyê destnîşan kir ku piştî rizgarkirina herêmê û avakirina Rêveberiya Xweser, bingeh û bernameyek ji çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn re hate dayîn û got, rêvberî bêyî gel bi ser nakeve.

Nezîre Gewriyê: Divê hemû aliyên Sûrî li ser maseya diyalogan rûnên
Nezîre Gewriyê: Divê hemû aliyên Sûrî li ser maseya diyalogan rûnên
Nezîre Gewriyê: Divê hemû aliyên Sûrî li ser maseya diyalogan rûnên
Nezîre Gewriyê: Divê hemû aliyên Sûrî li ser maseya diyalogan rûnên
Nezîre Gewriyê: Divê hemû aliyên Sûrî li ser maseya diyalogan rûnên
14 tebax, 2021   14:03
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê ji 10`ê Tebaxê ve civînan ji şênî û rûspiyan re li dar dixe. Îro civîn ji şêx û rûspiyên bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê hate lidarxistin. Civîn ji bo nirxandina geşedanên dawî yên siyasî li herêmê û çareserkirina astengiyên ku rastî wan tên, hate lidarxistin.

Civîn li hola meclisa kantona Hesekê hate lidarxistin. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê, Hevserokê Meclisa Edaletê ya Herêma Cizîrê Refîq Cemîl, Hevserokê Desteya Aborî ya herêma Cizîrê Mehmûd Mihemed, ji rêveberên Gerîndeya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê Ebduselam Ebas, ji rêveberên Nivîsgeha Têkiliyên Gel a Herêma Cizîrê Dewran El-Haşimî, Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah û Hevseroka Komîteya Ekolojîk û Şaredariyan a Kantona Hesekê Majda Emîn, beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê rewşa siyasî ya herêmê nirxand û destnîşan kir ku rêveberî bêyî îradeya gel dê ne rêveberî ye û rêveberî bersiv û îradeya gel e.

Nezîre Gewriyê wiha domand: "Em di vê pêvajoyê de di nava aloziya Sûriyê de ne. Ew jî şoreşeke aştiyane bû û veguherî şoreşeke çekdarî. Hin aliyan ev şoreş ji bo pêkanîna armancên xwe li herêmê bi kar tînin û hin herêm veguherîn terora çekdarî."

Nezîre destnîşan kir ku piştî rizgarkirina herêman, avakirina Rêveberiya Xweser , rêveberiya li ser erdê bi hemû derfetên xwe karibû bingeh û bernameya guhertina Rojhilata Navîn dayne.

Nezîre Gewriyê wiha pêde çû: "Di aliyê herêmî de dewleta Tirk û Îranê hewl dan berjewendî û ajindeyên xwe li herêmê pêk bînin. Armanca dewleta Tirk ku rêveberî sunî be, serdema osmanî vejîne, herêman dagir bike û aloziya Sûriyê kûr bike, her wiha armanca wê çeteyan bi çek bike û şerê îradeya gelên herêmê bike."

Nezîre Gewriyê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Îran hê jî serwere û heye, hebûna wê hemû aliyên li ser erdê dixe nava metirsiyan. Ji ber ew dixwaze alozî û pirsgirêkên xwe ber bi hundirê Sûriyê ve bişîne."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriye diyar kir ku Rêveberiya Xweser însiyatîfa çareseriya aştiyane ya bi rêya çareseriya siyasî û rûniştina li ser maseya diyalogan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê heta niha hewldanên çareserkirina aloziyê bê encam in, ji ber ku hemû pêkhate di kongre û diyalogên siyasî  çi li Cinêvê bin an Soçî bin nayên beşdarkirin."

(bx)

ANHA