Dewleta dagirker projeyeke nû ya avahiyên mêtîngeriyê da destpêkirin

Dewleta Tirk a dagirker û komeleyên ji Qeter û Kiwêtê li bajarê Ezazê yê dagirkirî dest bi projeyeke nû ya avahiyên mêtîngeriyê kir, da ku malbatên çeteyan lê bi cih bikin. Heman proje li gundên Efrîna dagirkirî jî dewam dikin.

11 tebax, 2021   11:02
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Di çarçoveya guhertina demgorafiya herêmên dagirkirî û bi taybetî ya kantona Efîrnê de, dewleta Tirk a dagirker avakirina avahiyên mêtîngeriyê dewam dike.

Di çend rojên dawîn de bi destekdayîna komeleya “Qeter a Xêrxwaziyê” û komeleya “IHH” a Tirkiyê, rayedarên Tirk û di nav de waliyê Kilisê Recep Soyturk û cîgirê wî Umer Yilmaz û berpirsên her du komeleyên navborî Yûsif El-Kewarî û Bulnet Yildirim, her wiha tevî meclisên herêmî yên girêdayî çeteyan, dest bi projeyeke nû ya avahiyên mêtîgeriyê li bajarê Ezazê kir.

Avahiyên nû yên mêtîngeriyê yên tê avakirin dê bi navê “El-Emel” be. Tê payîn ku 2 hezar yekîneyên niştecihbûnê ji bo bicihkirina 8 hezar û 800 çeteyan bên avakirin. Her wiha dê 2 dibistanên seretayî û navîn ji bo 2 hezar zarokên çeteyan, baxçeyekî zarokan ji bo 200 zarokên çeteyan, navendeke tenduristiyê, navendeke perweredeya pîşesaziyê, mizgeftek, parkek û sûkek bên avakirin. Lêçûna wê projeyê 7 milyon û 500 hezar dolar e.

Ev avahiyên mêtîngeriyê wê li ser rûpîvana nêzî 280 hezar metro çargoşe werin avakirin. Hin mal wê li ser rûpîvana 50 metro çargoşe û hinek jî wê li ser rûpîvana 100 metro çargoşe werin avakirin.

Li gorî çavkaniyan, dewleta Tirk a dagirker û komeleyên Qeterê ji sala 2019`an ve 13 hezar yekîneyên niştecihbûnê ava kirine.

Li kantona Efîrnê ya dagirkirî jî, hindik maye ku rêxistina “Eyedî El-Beyda” û komeleya bi navê “Komeleya Xêrxwaziyê ya cîhanî ya pêşxistinê” ya Kiwêtê û komeleya “El-Eyş Bî Kerame”, projeya avahiyên mêtîngeriyê li gundê Şadêrê yê girêdayî navçeya Şêrewa ku navê “Besme” lê kirine, bi dawî bikin.

Dihat payîn ku 99 yekîneyên niştecihbûnê werin avakirin, lê belê wan komeleyan li şûna wan mal ava kirin.

Li gorî çavkaniyan, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya rêxistinên girêdayî Qeter û Kiwêtê yên navên îslamî li xwe dikin, her wiha tevî Heyva Sor ya Tirkiyê avakirina avahiyên mêtîngeriyê li gund û navçeyên Efrîna dagirkirî dewam dikin. Nihal i Efîrnê zêdetirî 18 projejeyên avahiyên nitşecihbûnê hatine bidawîkirin, ku armanc jê guhertina demgorafiya kantona Efîrnê û herêmên din ên bakurê Sûriyê yên dagirkirî ne.

(cx)

ANHA