'Divê Meclisa Ewlehiyê biraya xwe ya qedexekirina çekên kîmyewî pêk bîne'

Hiqûqnas Fadil Mûsa bêdengiya navneteweyî li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî di êrişên li dijî gerîla de, rexne kir û got ku girînge Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî  li biryara xwe ya têkildarî qedexekirina çekên kîmyewî û cezakirina aliyên ku bi kar tînin, xwedî derkeve.

'Divê Meclisa Ewlehiyê biraya xwe ya qedexekirina çekên kîmyewî pêk bîne'
4 tebax, 2021   06:48
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

Êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêdetirî 100 roj in dewam dikin. Dagirkeriya Tirk di êrişên xwe çekên qedexekirî bi kar anîn. Li hemberî wê yekê hem aliyên navneteweyî, hem jî aliyên herêmî bêdeng in.

Têkildarî mijarê, hiqûqnas Fadil Mûsa diyar kir ku li gorî rêgezên navneteweyî bikaranîna çekên kîmyewî di şeran de, sûcekî şer e û binpêkirina mafên mirovan e, her wiha binpêkirina peymana 1997`an ya qedexekirina çekên kîmyewî ye ku dewleta Tirk jî îmze kiriye.

Armanca peymana qedexekirina çekên kîmyewî ew e ku çekên kîmyewî bên desteserkirin û çêkirin, depokirin û bikaranîna wan bê qedexekirin. Navê peymanê bi giştî wiha ye “peymana qedexekirina pêşxistin, depokirin, çêkirin, bikaranîn û rûxandina çekên kîmyewî” ye û li bajarê Lahay yê Hollandayê ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve sala 1997`an ket meriyetê. 192 dewlet û di nav de dewleta Tirk ev peymanê îmze kirine.

Mûsa wiha nirxandina xwe dewam kir: “Meclisa Ewlehiyê ya NY'ê di 23`yê Mijdara 2019`an têkildarî qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî û cezakirina aliyên ku bi kar tînin, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku ew yek binpêkirina qûnana navneteweyî ye û bikaranîna wan çekan li ku derê û di çi wextî de ji aliyê kîjan kesî di bin kîjan şer û mercan de, tê redkirin û wekî gefekê li ser aştî û ewlehiya navneteweyî tê hesibandin. Her wiha hate gotin ku divê aiyên ku wan çekan bi kar tînin bi rêya cezayên aborî, siyasî yan leşkerî bên cezakirin. Lê belê, mixabin, li hemberî van sûc û binpêkirinên dewleta Tirk, ev ceza pêk nehatin.”

TÊKOŞÎNA PKK MAF E

Mûsa behsa rêgeza Neteweyên Yekbûyî kir, ku di bendê “parastina mafên mirovan û gelan” de teqeziyê bi mafê gel di têkoşîna siyasî yan leşkerî (têkoşîna çekdar) dike ya ji bo bidestxistina azadiya xwe. Mûsa ew yek bi têkoşîna PKK û KCK`ê ve girê da û ev nirxandin kir: “Têkoşîna PKK`ê û KCK`ê maf e û dikeve bi navê 'têkoşîna çekdarî' ya li dijî zordariyê û sîstemên destpot wekî dewleta Tirk. Ji lew re, divê civaka navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî di êrişên xwe yên li dijî hêzên gerîla li Başûrê Kurdistanê de helwestên hişk bigire û dewleta Tirk ceza bike.”

FERZKIRINA SERWERIYÊ LI SER QANÛNAN

Mûsa destnîşan kir ku rêxistinên navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl û yên hiqûqî êrişên Tirkiyê yên leşkerî li dijî Başûrê Kurdistanê dişopînin û haya wan ji bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla jî heye û wiha domand: “Berê jî wan bikaranîna çekên kîmyewî di salên 1995, 1997, 2011 û 2020`an de ji aliyê dewleta Tirk ve belge kiribû, lê mixabin hîna ev çek tên bikaranîn, bêdengî jî hîna li ser helwesta aliyên navneteweyî serwer e.

Ev yek nîşaneya tiştekî dide, ku civaka navneteweyî siyaseta ferzkirina berjewendiyên şexsî li ser qanûnan û parastina sivîlan û mirovahiyê, dimeşîne û nîşan dide ku rêgezên navneteweyî û peymanên ku pêk hatine tenê li ser kaxizan mane û ji ber berjewendiyên di pratîkê de nayên pêkanîn. Ji ber ku berjewendiyên navneteweyî li ser qanûnan tên ferzkirin, di pratîkê de ev peyman nayên pêkanîn. Divê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî helwestên hişktir bigire û li daxuyaniya xwe ya 2019`an ya girêdayî çekên kîmyewî û cezakirina aliyên ku bi kar tînin, xwedî derkeve.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 23`ê Nîsana borî ve artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê êrişên bejahî û hewayî yên berfireh daye detpêkirin. Li hemberî van êrişên hov, hêzên gerîla berxwedaneke bêhempa raber dike.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-O154UldUNk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>