​​​​​​​Pêngava 5’ê Tebaxê….pêngava vejîna civaka Êzidî ye

​​​​​​​Pêngava 5’ê Tebaxê….pêngava vejîna civaka Êzidî ye
4 tebax, 2021   06:01

GABAR HESEKÊ

Dema ku em roja 3’yê Tebaxê pêşwazî dikin, destên me dilerizin, dilê me disoje û hevok di devê me de zûha dibe. Her wiha di fikirandina wê rojê de, jiyan xwe dide sekinandin û tenê qêrîna civaka xwe yê Êzidiyê di dilê xwe de hîs dikin.

Ji herikîna dîrokê ve ta roja îro, civaka me ya Êzidî bi 73 fermanên cûr bi cûr yên ku hatiye bi serê wî de tê naskirin, her fermanek jê tijî çîrok û bûyerên bi êş û azar in. Têde, şerê ol, xweza, bawerî û her tiştên wan hatiye kirin, lê heya niha jî ruxmê ewqas ferman û qirkirinan, karîbûn xwe li ser lingan bigirin û xwe ji nû ve bidin jiyankirin. Jixwe ji nû ve jiyankirin jî gelek berdelên giran û buha xwest ku, fermana herî dawî ya bi plan û lihevkirinên dewletên herêmî û cîhanî ku li gel PDK’ê hatibû kirin li ser esasê qirkirina Êzidiyan û radestkirina wan ji bo çeteyên DAIŞ’ê, ya herî zehmet bû ji bo gelê me. Di nav de bi hezaran kes şehîd bûn, bi sed hezaran kes hatin koçberkirin, kuştinên bi kom li dijî wan hate kirin û her wiha gelek jin hatin revandin û li bazarên cîhanê hatin firotin. Jixwe çêbûna vê fermanê sedemên wê gelek bûn ku yek ji wan nebûna hêzêke parastina navxweyî. Yanî hêzek taybet bi civaka me ya Êzidî û her wiha jî nebûna rêveberiyeke xweser ku têde Êzidiyê me  xwe bi xwe birêve bibe.

Piştî ew êriş û qetilamên ku bi destên çeteyan hatin kirin, êdî dihat xwestin ku her kes bi erkên xwe yên mirovahiyê rabe, lew ra di 5’ê Tebaxê de li ser bangawaziya Rêber Apo û bi fermanekê ji biryargeha Giştî ya HPG’ê, 12 gerîlayên HPG’ê ji bo ku rê li ber qirkirina Êzidiyan bigire, berê xwe dan Şengalê. Di wir de berxwedaniyek û têkoşîneke bê mînak bi pêşengtiya rêheval Dilşêr Herekol û 11 hevalên wî hate kirin û navên xwe di dîrokê de bi tîpên zêrîn dan nivîsandin. Rêheval Dilşêr mîna Derwêş li pişta hespa xwe siwar dibe, li gel 11 hevrêyên xwe berî didin çiyayê Şengalê û li wir şerekî efsanewî didin meşandin û bi hezaran Êzidî diparêzên û rizgar dikin.

Piştî ku Şengal tê rizgarkirin ji bo ku ferman dubare nebin û civaka Êzidî bi vîna xwe ya azad bijîn, dihat xwestin ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) were avakirin. Jixwe rêheval Dilşêr û 11 hevalên wî ji bo vê yekê dibin bingeh û wê hêzê ava dikin. Her wiha Êzidî ji bo ku xwe bi xwe birêve bibe, pêwîstiya wan bi rêveberiyeke xweser hebû. Lew ra li ser fikir û ramanên Rêber Apo yên bi paradîgmaya azadiya jinê, civaka demokratîk û ekolojîk karîbûn ji xwe re rêveberiyekê ava bikin ku ev yek nerehetî xist dilê hevkarên DAIŞ’ê. Xwestin destkeftiyên civaka Êzidî têk bibin, lew ra li ser vê bingehê  gelek plan û projeyên qirêj ji aliyê dewleta Tirk û DYA bi destên dewleta Iraq û PDK’ê ve hatin danîn.

Tevî êriş û gefên tunekirinê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve tê kirin, civaka Êzidî pêngava mirovahiyê ya ku hate kirin weke vejîneke nû ji xwe re dibîne ku, bi vê pêngavê karîbûn xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. Her wiha ruhekî berxwedaniyê di nava xwe de ava bikin û li hember van êriş û gefan ta radeyekê bisekinin.

Tiştên niha ku ji civaka me ya Êzidî tê xwestin, hîn zêdetir li pişta rêveberiya xwe ya xweser li dijî planên dijmin yên ku bi destên hikûmeta Iraq û PDK’ê ve tên kirin bisekinin. Ev planên ku dixwazin civaka Êzidî di bin wê qirkirin û koledariyê de bihêlin. Her wisa tê xwestin ku bawerî û girêdana xwe bi hêza YBŞ’ê ya ku ji ruhê pêngava 5’ê Tebaxê hate ava kirin bînin, ji ber ku ev hêz û rêveberî wê nehêlin ku tu ferman û qirkirinên nû bê kirin.

Bi kurtasî em dikarin bêjin ku pêngava 5’ê Tebaxê ya mirovahiyê ku bi saya cesaret û lehengiya fermandar û şervanên mîna Derwêşê hemdem; Şehîd Dilşer Herekol, Şehîd Egîd Civyan, Şehîd Mam Zekî Şengalî,  Şehîd Zerdeşt Şengalî, Şehîd Nûjîn Amed û şervanên ku ji bo êzidiyan canê xwe dan, gelek guhertin û têgihîştinên nû di nava civaka Êzidî de ava kir. Her wiha em dikarin bêjin ku rêveberina azad û jiyana hevbeş a demokratîk ku niha civaka Êzidî tê de dijî, ji berhemên vê pêngavê ne.

Civaka Êzidî êdî rastiya xwe heta radeyekî nas kiriye, hêza xwe ya parastinê avakiriye. Ji bo ku di nava civaka navneteweyî de fermî vîna wan bê naskirin pêwîst e têkoşîna heta niha dayîn hîn bilintir bikin û ji bo bikarin pêngava 5’ê Tebaxê nemir bikin divê di vê rêyê de ked û bedel bidin, ji ber ku ev rêya xelasiya ji ferman û jenosîdên nû yên ku dewleta Tirk û PDK’ê plan dike ye.