Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd Kobanê re xwest

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd Necmedîn Hemze (Mehmûd Kobanê) re xwest.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd Kobanê re xwest
25 tîrmeh, 2021   12:59
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê û Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl berê xwe dan gundê Piling ê 28 kîlometer dikeve başûrê Kobanê û sersaxî ji malbatên şehîd re xwestin.

Li gund konê sersaxiyê li pêşiya mala bavê şehîd hate vedan û bi wêneyên şehîd Mehmûd hate xemilandin. Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre, Endamê  Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî axivî û got, ewlad û dayikên wan dibistanên welatparêziyê ne, her wiha diyar kir ku erka ku dikeve ser milê wan parastina welat û ewladan e.

Di dawiya axaftina xwe de Balî got, ev welat gelek şehîd dane, piştî bi salan wê zarok van şehîdan bibîr bînin.

Birayê şehîd Mehmûd, Zinar Hemze jî axivî û got: "Şehîd ji bo rêya azadiyê pêşengên me ne, em soz didin şehîdan ku em ê li ser şopa wan bimeşin."

Şervanê Yekîneyên Antî-Teror (YAT) yê QSD'ê  Mehmûd Necmedîn Hemze (Mehmûd Kobanê)  21'ê Tîrmehê di dema şopandina şaneyeke terorîst a DAIŞ`ê li gundewarê rojhilatê bajarê Hesekê de gihîşt asta şehadete.

(dx)

ANHA