SOHR: Li Şamê teqîneke rû da

SOHR`ê ragihand ku îro li paytexta Sûriyê Şamê teqînek pêk hatiye. Heta niha nayê zanîn ku teqîn encama êrişeke Îsraîlê ye yan ji ber sedemeke din rû daye.

SOHR: Li Şamê teqîneke rû da
25 tîrmeh, 2021   08:29
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li deverên cuda yên paytexta Sûriyê Şamê dengê teqîneke bi hêz hatiye bihîstin. Heta niha nayê zanîn ku teqîn di encama êrişeke Îsraîlê de pêk hatiye yan ji ber şatiyeke anku sedemeke din rû daye. Herî zêde dengê teqînê li başûrê Şamê hatiye bihîstin.

SOHR`ê di 22`ê Tîrmehê de ragihandibû ku êrişên Îsraîlê li dijî nuqteyên leşkerî yên girêdayî komên Hizbullah a Lubnanê yên li herêma balafirgeha El-Deba ya leşkerî, El-Qisêr li gundewarê rojavayê Humsê û nuqteyên leşkerî yên din li gundewarê rojhilatê Humsê, pêk hatine.

 Di encama êrişan de depoyên çek û cebilxaneyê hatin teqandin. Her wiha hate gotin ku kuştî û birîndar di encama êrişê de, hene.

(cx)