Li Dêrazorê ji ber bermahiyên DAIŞ`ê sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê sivîlekî bi mayîneke ji bermahiyên DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest da.

Li Dêrazorê ji ber bermahiyên DAIŞ`ê sivîlekî jiyana xwe ji dest da
25 tîrmeh, 2021   08:43
 DÊRAZOR

Ciwanê bi navê Xelef Xidêr El-Azil (28) vê sibehê dema ku pezê xwe li derdorê gundê El-Mirêiyê yê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê diçêrand, mayîn pê ve teqiya.

Nûçegihanê me ji herêmê piştrast kir ku El-Azil yekser jiyana xwe ji dest daye.

(cx)

ANHA