DAIŞ`ê teqîna li Bexdayê girte ser xwe

Hejmara qurbaniyên teqîna duh a li bajarê Sedir ê rojhilatê paytexta Iraq Bexdayê gihaşt 35 kuştî û zêdetirî 60 birîndaran. DAIŞ`ê teqîn girte ser xwe.

DAIŞ`ê teqîna li Bexdayê girte ser xwe
20 tîrmeh, 2021   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê DAIŞ`ê bi rêya kanalên Telegramê yên girêdayî xwe daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de got çeteyekî bi navê Ebû Hemze El-Iraqî xwe di nava sûkê de teqandiye.

Çavkaniyekî hêzên polîsan ên Iraqê ji Reuters`ê re eşkere kir ku di teqînê de 35 kes hatin kuştin û zêdetirî 60 kes birîndar bûn. Li aliyekî din çavkaniyên tenduristiyê ji ajansê re bi bîr xist ku dibe hejmara kuştiyan zêde bibe ji ber ku rewşa gelek birîndaran krîtîk e.

Piştî teqînê serokwezîr û fermandarê giştî yên hêzên çekdar Mistefa El-Kazimî civînek ewlehiyê ya awarte li navenda fermandariya operasyonê ya Bexdayê li dar xist.

Dezgehên çapemeniyê yên Iraqê duh ragihandibûn ku li sûka bajarê El-Sedir ê rojhilatê paytexta Iraq Bexdayê teqînek pêk hatiye û destnîşan kiribûn ku di encamê de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest daye. Îro jî hate ragihandin ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihaşt 35 kesan û hejmara birîndaran jî gihaşt zêdetirî 60 kesî.

(şx)