Li gel krîza aborî lubnanî bi xemgînî Cejna Qurbanê pîroz dikin

Krîza aboriyê ya li Lubnanê, kêfxweşiya Cejna Qurbanê ji lubnaniyan didize û dibe sedema êş û xeman.

Li gel krîza aborî lubnanî bi xemgînî Cejna Qurbanê pîroz dikin
20 tîrmeh, 2021   08:40
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Îsal bajarên Lubnanê ji dîmenên pîrozkirina Cejna Qurbanê bêpar in, ji ber krîz aborî ya ku welat tê re derbas dibe, têkçûna lîreyê Lubnanê û bihabûna nirxê madeyên xwarinê. Dikanên goşt jî bi nêzîkbûna cejnê re hema bêje vala ne, ji ber ku hejmereke pir kêm a xelkê tenê goşt dikire.

Ebû Mihemed Helebî di her Cejna Qurbanê de seriyek mih serjê dikir û goşt li xizanan belav dikir. Lê îsal ji ber krîza aborî nikare wê yekê bike û ji ber wê xemgîn e.

Helebî ji ajansa me re wiha axivî: “Ji ber bihabûna zêde, Îsal sala herî dijwar e ji bo karê me. Di vê cejnê de kesek goşt nakire û qurbanê serjê nake.”

Helebî ku ji 35 salan in vê karî dike diyar kir ku sûka reş warê goşt kontrol dike û êdî her mihek ne kêmî 3 milyon Lîreyên Lubnanê ye, ruxmî ku sala borî 600 hezar bû.

CEJNA ÇI?

Dayîka 5 zarokan a bi navê Um Tarêq ku li sûka sereke ya Seydayê bû jî, dibêje: “Cejna çi? Li dora xwe binêre, gelo ji vê sûkê diyar dibe ku cejn heye, ka milet?”

Hevserê Um Tarêq firoşkarê şêraniyan e, lê belê ew bi zorê dikare xwarinê ji malbata xwe re peyda bike.

Xwediyê dikana solan Derwîş Serhan jî daxuyand ku berê di cejnê de sûk qerebalix dibû, lê îsal ji ber ku pir kes tiştan nakirin dibe ku piştî cejnê dikana xwe bigire.

LI SÛKA BALÊ TEVGER ZÊDE YE

Li gel vê rewşa aborî ya dijwar, lubnanî berê xwe didin sûkên cilên balê. Li wan sûkan tevgerek zêde heye. Li gorî bazirganên bale, Trablus di vî warî de bajarê herî kevnar e ku ji salên 50`î ve sûkên balê lê hene.

LI BEYRÛTÊ BAZIRGANÎ PAŞ KETIYE

Xwediyê dikana frotina findiq û fistiqan Ehmed Ebû Dira bi bîr xist ku tenê 5 kes hatine dikana wî û pêdiviyên sereke kirîne.

Xwediyê dikaneke cilan a li herêma Mar Ilyas a li Beyrûtê jî diyar kir ku wan nirxê cilan li dikana xwe bi rêjeya ji sedî 70`ê kêm kiriye, lê ruxmî wê jî welatî cilan nakirin û ev pirs kir: “Piraniya malbatan êdî bê kar in û jêdera qutan wan tune ye, gelo wê kî bikire?”

Îmad El-Hilo jî ku xwediyê dikana şêraniyan li Beyrûtê teqez kir ku bare krîz aborî ya li ser lubnaniyan, hişt ku şêranî bibe kelûpeleke nesereke ji bo cejnê û wiha domand: “Hemû cureyên şêraniyan hatin danîn lê şêniyan tenê cureyên herî erzan kirîn.”

Dayîka Um Hisên a 40 salî jî wiha dibêje: “Em ne bi kêf in. Cejn ne mîna berê ye heta ku korona tune be jî. Ji ber şert û mercên aborî yên dijwar êdî em nikarin zarokên xwe bibin lîstokgehan.”

BI NIRXÊ XERÇKIRINA DOLAR DILÎZIN

Pisporê aborî Casim Ecaqe diyar kir ku vekişîna Seed El-Herîrî ji avakirina hikumetê, pir deng veda û got dê valahiyek çê bibe û dê nirxê lîreyê lubnanê kêmtir bibe û di encamê de wê daxwaza li ser dolarê pirtir bibe. Ecaqe got hinek kes bi nirxê xerçkirina dolar dilîzin.

Ecaqe wiha axivî: “Metirsiyên aborî hene û yek jê ku Lubnan para xwe ji Sendoqa Diravî ya Navneteweyî wernegire, bi taybetî heke hikumet tune be ku bi sendoqê re danûstandinan bike. Vekişîna El-Herîrî tê wateya derengmayîna wergirtina van pereyan.”

Ecaqe bang li hikumeta serok Hessan Diyab kir ku keysbaziyê û nirxan kontrol bike ji ber ku heke welat di vê tevliheviyê de hat hiştin, wê gelê Lubnanê gelek azaran bikişîne û dibe ku dakevin qadan. Ecaqe nirxandina xwe wiha domand kir: “Lubnan hîna negihatşiye hilweşîna herî dawî. Gelê Lubnanê ji ber du sedemên aborî nerazî ye; benzîn û nan.”

JI SEDÎ 77 NIKARIN NAN BIKIRIN

Rêxistina UNICEF`ê destnîşan kir ku vê mehê ji sedî 77 ji malbatên lubnanî nikarin xwarinê bikirin. Di vê der barê de rojnameya The Times a brîtanî girêdayî rewşa nebaş a li Lubnanê gotarek bi navnîşan “Li gel krîz aborî madeyên xwarinê û derman li Lubnanê nemane” weşand.

(şx)

ANHA