Li Qamişloyê komxebata diyalogê ya têkoşîna li dijî sûcên kuştina jinan dest pê kir

Beriya çend kêliyan komxebata diyalogê bi dirûşma "Li dijî cinayetên li hemberî zayenda jinê tê kirin, bisekinin" ku bi rêveberiya Meclisa Jinan a PYD`ê hatiye orgenîzekirin, dest pê kir.

Li Qamişloyê komxebata diyalogê ya têkoşîna li dijî sûcên kuştina jinan dest pê kir
17 tîrmeh, 2021   10:26
QAMIŞLO

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), endamên saziyên jinan, nûnerên saziyên sivîl, olî û ciwan, siyasetmedar û rewşenbîr tev li komxebatê bûn. Komxebat li hola Zana ya Qamişloyê li dar dikeve.

/ar/uploads/files/2021/07/17/075019_dsc_0027.webp

Komxebat ji du beşan pêk tê, ya yekê têkildarî şideta li dijî jinan ku bi navê ol û civakê tê kirin. Di vê beşê de wê serokê saziya olî ya Dirbêsiyê Heysem Ferhan Xelîl û endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Til Temirê û endama Kongreya Îslama Demokratîk Gulnaz Mihemed Osman biaxivin. Di beşa duyemîn de ku têkildarî aliyê qanûnî yê sûcên li dijî jinan, wê parêzer Luqman Îbrahîm û Atiyê Yusif biaxivin.

/ar/uploads/files/2021/07/17/075046_dsc_0045.webp

Li gorî berpirsên komxebatê, armanc ji vê komxebatê ew e ku pêşiya sûcên kuştinê yên li dijî jinan tên kirin, were girtin û ji aliyê qanûnî ve çareseriyekê jê re bibînin.

Li gorî komîteya amadekar, tê payîn komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA