Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê 258 şehîdên Hezîranê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê 258 şehîdên meha Hezîranê bi rêya pêxistina mûman li Goristana Şehîd Dicle ya başûrê Kobanê bi bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê 258 şehîdên Hezîranê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê 258 şehîdên Hezîranê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê 258 şehîdên Hezîranê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê 258 şehîdên Hezîranê bi bîr anîn
30 hezîran, 2021   18:44
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê beşdarî merasîma bîranîna 258 şehîdên Hezîranê ya li Goristana Şehd Dicle ya başûrê bajêr li dar ketiye bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Ayşe Efendî wiha got: "Di şexsê Denîz û Zîlanan de em şehîdên meha Hezîranê silav dikin. Ji ber ku di oxira azadî û demokrasiyê de canê xwe da, li benda tu kesî nesekinîn û li hember dijminê mirovahiyê li ber xwe da."

/ar/uploads/files/2021/06/30/181139_koban-bianina-sehid-28329.webp

Ayşe Efendî wiha domand: "Ev şehîdên li Goristana Şehîd Divle li hember tankan sekinîn û pêngaveke jî bi paş ve neavêtin û bi cesaret parastina ev xaka pîroz kirin."

Ayşe wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk a dagirker îro hewl dide me qir bike, ji lew re ji me tê xwestin ku em bi rihê şoreşgerî tev bigerin û bi yekitiyê li hember berjewendiyên delweta Tirk bisekinin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, beşdaran mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JZiF647w0c8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>