Welîd Bekir: Li dijî êrişan yekitiya neteweyî pêwîst e

Serokê HRRK'ê Welîd Bekir diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze li Başûrê Kurdistanê Kurdan bi Kurdan bide qirkirin û got “Em wek rewşenbîr û gelê Kurd naxwazin rewşeke pevçûnê rû bide.”

Welîd Bekir: Li dijî êrişan yekitiya neteweyî pêwîst e
27 hezîran, 2021   01:58
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Artêşa Tirk a dagirker ev 2 meh e êrişên dagirkeriyê li ser Beşûrê Kurdistanê didomîne lê heta niha li hember berxwedana gerîla nekariye bi pêş ve biçe. 

Serokê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) û akademîsyen Welîd Bekir êruşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûr û helwesta PDK'ê nirxandin.

Welîd Bekir diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Başûrê Kurdistanê ne nû ye û got: “Ne tenê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, di heman demê de nirxên çandî û xaka gelê Kurd dike hedef. Dewleta Tirk dibêje ew li dijî PKK'ê şer dike, lê dereweke mezin e. Armanca wan ew e ku hebûna Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê ji holê rakin. Me ev yek di referandyma li Beşûr de bi zelalî dît. Dewleta Tirk li dijî referandumê derketibû, welatên din jî hildan cem xwe. Kerkûk bi desteka dewleta Tirk hate dagirkirin."

'BERXWEDAN YEKANE RÊYA RIZGARIYÊ YE'

Bekir diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi fen û fûtên qirêjî hêzên Kurd berde hev û got: "Armanca dewleta Tirk ew e ku Kurdan bi sedemên cuda bîne hemberî hev û tiştên ku Osmaniyan beriya bi salan kir, dubare bike. Mixabin hin tevgerên Kurdan ên li gorî berjewendiya xwe tev digerin, bi van lîstikên dewleta Tirk dixapin. Berxwedana li dijî dewleta Tirk, rizgarbûna Başûr e."

Welîd Bekir anî ziman ku Efrîn ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, demografiya wê hatiye guherandin û divê hikumeta Başûr vê yekê li ber çavan bigire û li pêşberî êrişan bisekine.

Welîd Bekir got: "Li Efrînê dewleta Tirk çeteyên xwe bi cih dike û gel bi zorê koçber dike. Îro jî dewleta Tirk a dagirker heman planê li Beşûrê Kurdistanê bi destê çeteyan dide kirin. Tevgera Azadiyê yekane astengiya li pêşiya dewleta Tirk e ku demografiyê neguherîne."

‘DÎROKA DEWLETA TIRK BI POLÎTÎKAYÊN QIRÊJÎ TIJÎ YE'

Welîd Bekir diyar kir ku dîroka dewleta Tirk bi siyasetên qirêjî tijî ye wiha pê de çû: "Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd siyaseteke komploger û qirêjî dimeşîne. Niha jî Başûr kiriye armanc. Dewleta Tirk ji ber têkiliya berjewendiyê ya bi PDK'ê re niha bê pirsgirêk vê siyasetê pêk tîne. Em wek rewşenbîr nafikirin ku ev hevkarî xizmeta gelê Kurd dike. Lê belê em ditirsin ku PDK hêza xwe ya leşkerî ya ji hêzên taybet dişîne herêmên pevçûn lê hene. Hêzên Zêrevanî û Gulan ên PDK'ê li gorî planên dewleta Tirk gav bi gav dikevin xizmeta wan. Em rewşenbîr û gelê Kurd naxwazin şerek çêbe. Em naxwazin pêşmerge û hêzên Zêrevanî û Gulan tev li vê lîstika qirêjî bibin."

Welîd Bekir tekez kir ku hikumeta Başûr wek koleyê dewleta Tirk dixebite û got: "Hinek di nava PDK'ê de rêkeftin û têkiliyên xwe yên bazirganiyê bi kartînin. Bê guman kes ne li bendê ye ku PDK ji eniyê ve li dijî dewleta Tirk şer bike, lê belê ji ber berpirsyariyên xwe divê li pêşberî dagirkeriyê helwestê xwe raber bikin. Dikarin bi heman rengî bi rêya dewleta Iraqê bersivê bidin Bêdengiya li pêşberî vê dagirkeriyê helwestek nayê dîtin."

'ÊRIŞ PARÇEYEKÎ KONSEPTÊ NE'

Bekir da zanîn ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin û wiha axivî: "Êrişa li dijî HDP'ê ya li Îzmîrê plana dewleta Tirk e. Her wiha di rojên dawîn de êrişên li ser Şeba, Til Rifatê zêde dibin. Êrişên li Eyn Îsayê dewam dikin û êrişên li Başûrê Kurdistanê hemû parçeyek ji konsepteke bi hev ve girêdayî ye. Li dijî van nêzîkatiyên êrişkar ên dagirker bertekên gelê Kurd bi mezinî li çar parçeyên Kurdistanê belav dibin."

Welîd Bekir diyar kir ku li hemberî van êrişên dagirkeriyê pêwîstî bi lezgînî bi yekitiya neteweyî heye û got: "Weke rewşenbîr û gelê Kurd ev demeke dirêj e em banga yekitiya neteweyî dikin. Ji pêşengên PKK'ê bangewazî hatine kirin. Hêvîdar im rayedarên PDK'ê bersivê bidin van bangewaziyan. Hin hêz hê jî bê deng in. Divê hêzên Kurd pirsgirêkên xwe yên derketine holê, li ser bingeha yekitiya neteweyî bêyî rûbirûbûnê bi rêya diyalogê çareser bikin. Em rewşenbîr û gelê Kurd amade ne ku berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qhKGboHoGGM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>