​​​​​​​Pedersen: Hewldanên xebatên çareseriya li Sûriyê bi bin ketin

Nûnerê taybet ê NY’yê yê Sûriyê Geir Pedersen got xebatên navneteweyî yên jib o çareseriya li Sûriyê û pêkanîna biryara navneteweyî ya 2245’an bi bin ketine.

​​​​​​​Pedersen: Hewldanên xebatên çareseriya li Sûriyê bi bin ketin
26 hezîran, 2021   09:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir Pedersen di civîna duh a Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê de got xwesteka wî heye ku diyalogeke navneteweyî ya nû der barê Sûriyê de pêk bîne da ku aliyan bikişîne ser maseya diyalogê û pêngavên berbiçav nîqaş bikin.

Pedersen got: “Ez texmîn dikim ku em hemû bê hêvî ne, ji ber ku me tu pêşketinên rast di çareseriya siyasî de û pêkanîna biryara 2254’an de pêk neanîn, di nav de destûra nû û hilbijartinên ku bi sponseriya NY`yê divê werin lidarxistin."

Pedersen destnîşan kir ku dê diyalog û geran di hefteya pêş de Ii Romayê dest pê bikin û ev jî ji bo pêkanîna şêwira bi wezîrên karên derve re yên tev li civîna wezîran a der barê Sûriyê de bûne, pêk bîne. Paşê dê berê xwe bide Moskovê û dê nîqaşan bi rayedarên Tirk û Îranê re pêk bîne.

(bx)