​​​​​​​Artêşa Tirk seranserî eniya Sacûr û gundên bakurê Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker careke din dirêjeya xeta çemê Sacûr û tevahî gundewarên bakurê Minbicê bi çekên giran topbaran kir. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a ketina nuqteyeke meclisê têk birin û di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

​​​​​​​Artêşa Tirk seranserî eniya Sacûr û gundên bakurê Minbicê topbaran dike
22 hezîran, 2021   16:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di dirêjahiya du rojan de artêşa Tirk a dagirker gundewarên bakurê Minbicê û nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li seranserî xeta Sacûrê topbaran dike. Artêşa dagirker devera ji gundê Seyade yê bakurê rojavayê Minbicê heta bi gundê Hoşeriyê yê bakurê rojhilatê bajêr topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker mal û zeviyên sivîlan ên li seranserî xeta Sacûrê bi çekên giran topbaran kir.

Navenda ragihandinê destnîşan kir ku topbaran di saet 4’an sibehê de heta saet 5’an berêvarê dewam kir, bi wê re nêzî 170 moşek li zeviyên çandinî, gundên tê de şênî hene û malên sivîlan ketin.

Gundên ku hatine topbarankirin; Seyade, Dendeniye, Farat, Eseliye, Camûsiye, Ereb Hesen, Mihsenlî, Ewn Dadat, Toxara Mezin, Toxara Biçûk, Cat û Hoşeriyê.

Di encama topbaranê de mal û milkên sivîlan şewitîn.

Li gorî navenda çapemeniyê, ji ber topbarana dijwar şêniyên gundên Elseliye û Dendeniye ji malên xwe derketin û berê xwe da bajêr.

Navendê ragihand ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya parastina rewa de li gundê Seyade bersiva êrişan da û li baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Yaşlî û nuqteyeke girêdayî wan dan.

Navendê destnîşan kir ku di encama topbarana dualî de, çeteyek li gundê Yaşlî birîndar bû, du erebeyên leşkerî yên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Heloncî yê li aliyê din ê çemê Sacûrê ku di bin serweriya artêşa Tirk a dagirker de hatin rûxandin.

Dema ku çeteyan hewl didan derbasî nuqteyeke hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li gundê Toxar bibin, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva wan da û di encamê de şerekî xurt derket. Di encamê de çeteyek hat kuştin û 3 çeteyên din jî birîndar bûn û yên mayî jî reviyan.

Heta vê kêliyê şer û topbaran li seranserî eniya bakurê Minbicê dem bi dem berdewam e.

(fr)

ANHA