Jinên Efrîn û Şehbayê qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir

Rêxistina Kongreya Star a kantona Efrînê û Meclisa Jina Azad a Şehbayê êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmirê û qetilkirina Îzmîrê Denîz Poyraz şermezar kirin.

Jinên Efrîn û Şehbayê qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir
18 hezîran, 2021   15:04
ŞEHBA

Endamên Kongreya Star û Meclisa Jina Azad a Şehbayê çalakiyek li kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya Şehbayê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên endama nivîsgeha HPD'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Meclisa Jina Azad a Şehbayê hatin hildan.

Endama Meclisa Jina Azad a Şehbayê Necah El-Hisên bi ziman erebî û endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Nazlê Oso bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a faşîst siyasetên xwe yên qirêj û hovane didomîne, li dijî jin û zarokên sivîl komkujiyan pêk tîne û bi awayekî hovane wan dikuje. Duh Hevrîn, Seida, Zehra, Hebûn û Emîne bûn, beriya wê li Parîsê Sakîne û hevalên wê bûn, vê carê nivîsgeha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin hedef û bi awayekî hovane Denîz Poyraz qetil kirin.

 Ji beriya çend mehan ve, HDP'ê ji aliyê partiya serdest û Wezareta Hundirîn a Tirkiyê ve tê hedefkirin, şêniyan bi rêxistin dikin û wan dişînin avahiyên HDP'ê da ku bigirin û endamên wê bitirsînin. Ev çalakî plankirî bû, armanc jê ne tenê qetilkirina Denîz bû, lê belê pêkanîna komkujiyekê li dijî tevahî siyasetmedarên di nivîsgehê de bû. Ev êriş hemwextî civîna NATO'yê ya dewletên dîktator pêk hat, ku hîna beşdarên wê  civînê di hemû kiryarên hovane li djiî gelên têkoşer, azadîxwaz, aştîxwaz û demokrasîxwaz de berdewan in.

Em jinên Efrîn û Şehbayê bi tevahî pêkhateyên wê kiryarên terorîst û sûcdarî yên dewleta terorîst ên li dijî siyasetmdaran bi tundî şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin, rola xwe di rawestina êriş û kiryarên terorîst ên dewleta Tirk ên li dijî gelên têkoşer, azadîxwaz û aştîxwaz ên ji tevahî gelên cîhanê de bi cih bînin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Pv2Z2qmNM7w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>