‘Zarokên me ji ber desteka PDK'ê ya ji dewleta Tirk re şehîd dibin’

Malbatên şehîdan ên Dêrikê ji PDK'ê xwest destekê nede dewleta Tirk û got “Zarokên me ji ber desteka PDK'ê ya ji bo dewleta Tirk şehîd dibin. Wek malbatên şehîdan em helwesta PDK'ê şermezar dikin û ji wan dixwazin ku demildest ji vê şaşiyê vegerin."

‘Zarokên me ji ber desteka PDK'ê ya ji dewleta Tirk re şehîd dibin’
18 hezîran, 2021   03:04
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê didomin. Artêşa Tirk li hemberî gerîla nikare bi pêş ve biçe û di êrişên li hemberî qadên gerîla de hêzên taybet ên PDK'ê bi kar tîne. Dewleta Tirk a dagirker li Avaşîn û Zendûrayê li dijî gerîla gaza kîmyewî bi kar anîn û bombeyan wargehên sivîlan dibarîne.

Malbatên şehîdan ên Dêrikê nerazîbûna xwe nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûr û helwesta PDK'ê da.

Bavê şehîd Xabûr ku beriya niha li Başûr ji aliyê PDK'ê ve hatibû girtin û demeke dirêj girtî mabû, Naîf Elî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Gelê Kurd di pêvajoyeke girîng re derbas dibe. Ji ber vê yekê, ji her demê bêhtir dixwaze helwesteke yekitiyê çêbe. Hikumeta PDK'ê li şûna ku bi gelê Kurd re bibe yek, mixabin bi hevkariya bi dewleta Tirk re, êrişî zarokên me dike. Zarokên me di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd dibin. Ev nayê qebûlkirin."

'DIVÊ PDK DEMILDEST JI ŞAŞIYA XWE VEGERE'

Elî destnîşan kir ku PDK xizmetê ji berjewendiyên gelê Kurd re nake û got: "Di vê serdema girîng de divê PDK li gorî berjewendiyên Kurdan tev bigere. Em bang li PDK'ê dikin ku bi berpirsyarî tev bigere. PDK rê li ber êrişên dewleta Tirk vedike û destekê dide êrişên wê yên li dijî zarokên me. Zarokên me ji ber desteka PDK'ê ya ji bo dewleta Tirk şehîd dibin. Wek malbatên şehîdan em helwesta PDK'ê şermezar dikin û ji wan dixwazin ku di zûtirîn demê de ji vê şaşiyê vegerin."

Elî bi bîr xist ku dewleta Tirk li pêşberî berxwedana gerîla çekên kîmyewî bi kar anîne û wiha dewam kir:  "Wek malbata şehîdekî baweriya min bi saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan nîn e. Di şehîdbûna zarokên me de jî rola wan heye. Rêbertiya me ev 22 sal e di nava çar dîwaran de tê girtin û saziyên navneteweyî jî li dijî van kiryarên neqanûnî deng dernexistin. Yekane tiştê ku ez wek malbata şehîdekî pê bawer im, felsefeya rêber Apo ye û daxwaza min yekitiya gelê Kurd e."

Elî got: “Weke gelê Kurd pêwîstiya me bi lezgînî bi yekitiya neteweyî heye. Divê her kes destkeftiyên gelê Kurd biparêze. Divê gelê Kurd li hev xwedî derkeve. Çalakiyên gel ên li Rojava di rojên dawî de gelekî girîng bûn. Divê ev çalakî zêdetir bidomin. Ev çalakî nîşan didin ku gelê Kurd zarokên xwe yên li dijî dijmin li ber xwe didin, di dilê xwe de dihewîne."

'ZAROKÊN ME BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ŞEHÎD KIRIN'

Ridwan Ebdullah Ehmed apê Dîcle Omer Ehmed (Diyana Marîa) ku li devera Aris Farisê ya herêma Avaşînê di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin, got: "Şehîd Dîcle ne şehîda yekemîn ê malbata me ye. Di malbata me de şehîda sêyemîn e. Em tu carî ji şehîdên xwe poşman nebûne.”

Ehmed da xuyakirin ku gelê Kurd tu carî şer nexwestiye, bi tenê li hemberî êrişan xwe parastiye û wiha pê de çû: "Pêşiyan gotineke wan heye; eger li cihekî zexteke mezin hebe, yên tên tepeserkirin, piştî demekê diteqin. Heval Dîcle û hevalên xwe di êrişa kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Hêzên navneteweyî û saziyên mafên mirovan li hemberî van hemû êrişan bê deng in. Wek malbata şehîdan em bêdengiya hêzên navneteweyî û saziyên mafên mirovan şermezar dikin."

'DIJMINÊN GELÊ KURD DÊ NEKARIN ME TUNE BIKIN'

Ehmed destnîşan kir ku gelê Kurd bi êrişan nikare bê tunekirin û wiha axivî: “Dewleta Tirk beriya bi salan gotibû qaşo gelê Kurd di nav betonê de veşartine. Lê bila ji bîr neke ku îro gelê Kurd ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê naskirin. Êdî tu hêz nikare hebûna gelê Kurd înkar bike. Ji aliyê dîplomatîk, siyasî û neteweyî ve gelê Kurd gihaştiye astekê. Dijminên gelê Kurd nikarin me tune bikin. Zarokên me çi qasî şehîd bibin jî kîn û hêrsa me ya li hemberî dagirker û dijminên me, mezintir dibe."

Ehmed da xuyakirin ku ne ya qebûlkirinê ye ku PDK bi dijmin re be û got: “Em qebûl nakin ku ji bo berjewendiya xwe bibe hevkara kujerên zarokên me. Divê PDK destekê nede dewleta Tirk. Ez wek malbata şehîd bang dikim; êdî wî dengî bibihîzin. Divê hemû rêxistin, sazî û gelê Kurd yekitiyê misoger bikin."

'GERÎLA JI BO GELÊ XWE ŞER DIKE'

Her wiha Ehmed diyar kir ku dijminên gelê Kurd dixwazin Kurdan derxin hemberî hev û wiha lê zêde kir: “Di şerekî bi vî rengî de eger pêşî lê neyê girtin, wê dewleta Tirk sûdê wergire. Gerîla kî ye? Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî Hewlêrê kir, kê Hewlêr parast? Kê parastina Başûrê Kurdistan kir? Gerîla êşa gel gelekî baş dizane û ji bo vê yekê şer dike. Divê PDK êdî vê bizane. Gelê Kurd yek e. Dagirker êrişî destkeftiyên tevahiya gelê Kurd dikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OLBqhPdYTyg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>