Ji şêniyên beşdarî meşa rûmetê bûne: Divê pêşmerge ji nuqteyên HPG’ê vekişin

Şêniyên Herêma Cizîrê bang kir ku pêwîst e PDK’ê hêzên xwe ji nuqteyên HPG’ê vekişîne û piştrast kir ku hebûna wan li wan herêman îxaneta li tevahî gelê Kurd e.

Ji şêniyên beşdarî meşa rûmetê bûne: Divê pêşmerge ji nuqteyên HPG’ê vekişin
Ji şêniyên beşdarî meşa rûmetê bûne: Divê pêşmerge ji nuqteyên HPG’ê vekişin
Ji şêniyên beşdarî meşa rûmetê bûne: Divê pêşmerge ji nuqteyên HPG’ê vekişin
Ji şêniyên beşdarî meşa rûmetê bûne: Divê pêşmerge ji nuqteyên HPG’ê vekişin
Ji şêniyên beşdarî meşa rûmetê bûne: Divê pêşmerge ji nuqteyên HPG’ê vekişin
10 hezîran, 2021   16:17
QAMIŞLO

Bi deh hezaran şêniyên bajar, navçe û bajarokên kantonên Hesekê û Qamişlo beşdarî "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" ya li Qamişloyê bûn ku piştevaniya hêzên Tevgera Rizgariya Kurdistanê li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker û piştgirên wê bikin, her wiha bang li PDK’ê kir ku hêzên xwe ji herêmên ji nuqteyên HPG’ê vekişîne.

Di meşê de şêniyan helwestên xwe yên dijberî êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan dan û da zanîn ku pêwîst e tevahî enerjî ji bo piştevaniya berxwedana HPG’ê werin dayîn.

Şervan Badînî ji yek ciwanên beşdarî meşa rûmetê bûye êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li tevahî gelê Kurd kir ku tev li berxwedanê bibin û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û wiha got: "Divê pêşmerge nekeve xeta îxanetê, berovajî wê divê li rex HPG’ê bisekine li hember êrişên dewleta Tirk bisekine."

Badînî wiha domand: "Hêzên PDK’ê rê li pêş dewleta Tirk a dagirker vedikin, ku êriş bikin."

Bavê şehîd, Sadiq Memdoh (60) bang li hêzên pêşmergeyan kir ku ji herêmên HPG’ê vekişin û wiha got: "HPG’ê parastina gelê Kurd û rûmeta wî dike û di têkoşîna xwe ya dirêj de di oxira parastina gelê Kurd de gelek qurbanî dan."

Li aliyekî din jî hunermend Îbrahîm Feqe ji gelê Kurd re axiv û wiha got: "Em bang li tevahî gelê Kurd ê li her deverê dikin ku têkoşîna li hember artêşa Tirk a dagirker bilind bike."

Feqe bang li tevahî hunermendên Kurd kir ku hunerên xwe bixin xizmeta berxwedana ku HPG’ê dimeşînin û wiha pê de çû: "Em di şerê qirkirinê re derbas dibin û divê tevahî enerjiyên em li hemberî vî şerî bin."

Dayika şehîd  Cemşîd, Zelal Bedor û hevjîna şehîd Îbrahîm bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK’ê kir ku hêzên pêşmerge ji Herêmên Parastinê yên Medyayê vekişînin û wiha bi dawî kir: "Em hebûna hêzên pêşmerge li herêmên gerîla red dikin."

(fr)

ANHA