'Li hemberî faşîzmê vîna gel wê bi serkeve'

Çalakvanên siyasî û yên çandî diyar kir ku armanca dewleta Tirk piştî tesfiyekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê dagirkirina tevahî Kurdistanê ye û got, vîna gel wê bi serekve.

'Li hemberî faşîzmê vîna gel wê bi serkeve'
9 hezîran, 2021   10:48
KOBANÊ – HESEKÊ

Ji 23'yê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrişên dagirkirinê li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Ev êriş bi berxwedaneke bêhempa ya gerîla re rû bi rû dimîne.

Çalakvanên siyasî û çandî diyar kirin armanc ji van êrişên hovane; tesfiyekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê, dagirkirina Başûrê Kurdistanê, piştre dagiririna tevahî Kurdistanê. Her wiha gotin, dewleta Tirk PDK'ê wekî amûrekê bi kar tîne da ku bi rêya wê armancên xwe li herêmê bi cih bîne.

'TIRKIYÊ DIXWAZE ŞEREKÎ ETNÎKÎ Û MEZHEBÎ LI HERÊMÊ DERXÎNE'

Berpirsê Komîteya Perwerdê ya PYD'ê ya kantona Kobanê Arif Hebeş anî ziman ku dewleta Tirk kurdan li tevahî herêmên Kurdistanê dike armanc, ji ber ku ji projeya neteweya demokratîk a ku bi hevgirtina tevahî pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin ditirse.

Hebeş diyar kir ku Tirkiyê bi rêya gelek hewldanan mîna fitneyan hewl dide şerekî etnîkî  û mezhebî li herêmê derxîne da ku projeya ku jê ditirse têk bibe.

'TIRKIYÊ DI ŞIKANDINA TÊKOŞÎNA GELÊN HERÊMÊ DE BI SER NEKET'

Hebeş anî ziman ku Tirkiyê bi armanca şikandina têkoşîna gelên herêmên, di serî de hêzên leşkerî yên gel dike armanc û wiha got: "Ji bo vê armancê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Lê ji ber ku di şikandina têkoşîn û berxwedana gelên herêmê de bi ser neket vê carê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, dixwaze bi vê yekê Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya ku vî fikir û projeyê diparêze tesfiye bike, ji ber ku vê tevgerê wekî xeter li ser siyasetên xwe yên şovonîst dibîne."

Arif Hebeş di dawiya axaftina xwe de bang kir "Divê gel hişyar be, bi fitneyên ku dijmin derdixîne neyê xapandin."

'DAGIRKERIYA TIRK PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK DIKE HEDEF'

Endama Rêveber a Komîteya Çandê ya Meclisa Kantona Hesekê Efaf Heskê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê şermezar kiri û got, armanca dewleta Tirk ji van êrişan îmhakirina nasnameya kurdî û projeya neteweya demokratîk e.

Efaf Heskê axaftina xwe wiha domand: "Dagirker ji aliyekî din hewl dide demografiya hemû Kurdistanê biguhere. Piştî ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine demografiya wan guhert. Niha jî bi hemû rêbazên qirêj û di nava bêdengiya PDK'ê de hewl dide sîstema xwe ya mêtînger li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê ferz bike."

'VÎNA GEL WÊ BI SERKEVE'

Efaf Heskê diyar kir ku nasnameya kurdî nasnameya herî dewlemend li Rojhilata Navîn e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ne dagirkeriya Tirk û ne jî dewletên din ên mêtînger dikarin vê çand û nasnameyê biguherin. Gelê Kurd li her hemû aliyên Kurdistanê bi rêgezên xwe yên exalqî û doza xwe ve girêdayî ye, di xeta fikirê neteweya demokratîk de berdewam e. Li hemberî faşîzmeya dewlet Tirk wê vîna gel bi serkeve."

ANHA

B