​​​​​​​Panorama hefteyê: Amerîkayê hewl dide deriyên sînor ên bi Sûriyê re veke

Li gorî raporan, DYA'yê hewl dide Rûsya îqna bike ku derbarê vekirina deriyên sînor li Sûriyê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî "Veto" bi kar neyîne. Çavdêr diyar dikin êrişên kenalên Îxwan ên li ser Misirê encamên hêrsa Erdogan a ji rola Misirê di çareseriya aloziya Filistînê de tê ku rola Enqerayê lawaz kir.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Amerîkayê hewl dide deriyên sînor ên bi Sûriyê re veke
6 hezîran, 2021   04:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgerên DYA'yê yên derbarê Sûriyê de, têkiliyên Misir û Tirkiyê, her wiha rewşa Lîbyayê manşêtên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî bûn.

‘ŞÛRÊN SEXTE Û ALÊN REŞ, ZAROKÊN ÇETEYÊN DAIŞ`Ê XWE AMADE DIKIN KU BIBIN DAIŞ`Î`

Rojnameya El-Ereb der barê Sûriyê de wiha nivisî: “Zarokên li Kampa Holê dimînin demên xwe bi lîstokên mîna şûr û alên reş mîna çeteyên DAIŞ`ê derbas dikin. Hemû jî nizanin bixwînin û binivîsin. Ji bo gelekan dayikên ku xwedî li perspektîfên DAIŞ`ê derdikevin, jêdera perwerdeya wan a yekane ne.

Xîlafeta ku DAIŞ`ê ragihandibû ji beriya 2 salan ve tune bû û li dû xwe derdora 27 hezar zarok hiştin ku niha li kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, dimînin. Biryar hat dayîn ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê û zarokên wan di şert û mercên dijwar de bê dibistan, bê cihên ku tê de bilîzin an jî xwe bi pêş bixin û bê eleqedariyeke navneteweyî di nava vê kampê de bimînin.

Tenê tîmek ji wê xîlafetê bi navê “Bermahiyên rêxistinên tundraw” û alîgirên wê ma ku di nava kampê de ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi rê ve dibe, kar dikin.

Rêveberiya li wir anku Rêveberiya Xweser û komên xêrxwaziyê ditirsin ku kamp nifşeke din a çekdaran biafirîne. Rêvebeiryê bang li gelek welatan kir ku hemwelatiyên xwe yên di nava kampê de bi taybet jin û zarokan bibin. Lê pirsgirêk di hikumetan de ye ku zarokan xetere dibînin û pêwîst nabînin ku wan xilas bikin.”

`LÛTKEYA PÛTÎN Û BIDEN… PÊŞKÊŞKIRINA ALÎKARIYÊ JI SÛRIYAN RE’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Alîkariya sûriyan yek ji hêmanên diyar ên siyaseta rêveberiya serok Joe Biden a li Sûriyê ye. Ew mayîna xwe ya leşkerî li rojhilatê Firatê girîng dibîne da ku tunekirina DAIŞ`ê misoger bike û der barê dosyaya çekên kîmyewî de fişara ku li hikumeta Şamê dike, bidomîne. Li kêleka wê jî piştgiriya pêkanîna biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê ya 2245’an bike.

Amerîka bawer e ku Biden di hevdîtina bi Pûtîn a 16`ê vê mehê de li Cinêvê pêk were, bi Pûtîn bide pejirandin ku Rûsya li New Yorkê mafê vetoyê li dijî biryara Meclisa Ewlehiyê ya hejmara 2533’an ji bo derbaskirina alîkariyê bi rêya sînor bi kar neyne.

Meclis Ewlehiyê di 2014`an de biryara 2165’an derxist ku li gorî wê alîkarî bi rêya sînorên bi Tirkiye, Iraq û Urdinê bigihêje Sûriyê. Lê Rûsyayê sala borî ev yek erê nekir û tenê hişt ku alîkarî bi rêya dergeha Bab El-Hewa ya di navbera Tirkiye û Idlibê de derbas bibe. Rûsyayê xwest fişarê li dewletên rojavayî bike da ku bi hikumeta Şamê û herêmên di bin kontrola wê de re mijûl bibin. Lê rêveberiya Biden niha dixwaze 3 dergehan veke, 2 bi Tirkiyê re û 1 di navbera rojhilatê Firatê û Iraqê de. Dîplomatên amerîkî jî ji bo piştgiriya vê daxwaza Amerîkayê dest bi hemleyan kir.

KANALÊN ÎXWANAN ÊN LI TIRKIYÊ CAREKE DIN DEST BI ÊRIŞÊN LI DIJÎ MISIRÊ KIR’

Girêdayî têkiliyên Misir – Tirkiyê rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Kanalên Îxwanan ku ji Tirkiyê weşanê dikin,careke din li dijî dewleta Misirê êriş dest pê kir û ev yek piştî demeke kurt ji agirbestê ku zêdetirî 2 mehan dewam kir û çirûskên nêzîkatiya di navbera her du weletan de diyar bû, hate kirin.

Çavdêran got nerehetiya Enqereyê ji dûrxistina wê ji lîstina rolekê li Xezayê li beramberî komkirina kaxezên di destê Misirê de û bi destekdayîna Amerîkayê, diyar dike.

Çavdêran diyar kir ku Misir di aliyê navneteweyî û herêmî de tê qebûlkirin. Her wiha destnîşan kir ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi hemû şêwazan hewl da ku balê bikişîne ber bi xwe ve da ku rola navbeyankar bilîze, lê piştî ku El-Sîsî rol girt, Erdogan bi hêrs bû.”

‘BANGEWAZIYÊN NAVNETEWEYÎ JI BO LIDARXISTINA HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ’

Têkildarî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Tevgerên herêmî û navneteweyî ji bo derbaskirina astengiyên li hemberî pêkanîna plana aştiyê li Lîbyayê û nexşerêya ku diyaloga siyasî di çarçoveyeke navneteweyî de erê kiriye, berdewam in.

Spanyayê bang kir ku divê hilbijartin di dema xwe ya diyar de anku di 24`ê Kanûna bê de li dar bikevin. Li aliyekî din serokatiya komîteya şopandinê ya Lîbyayê ya navneteweyî bang li aliyên xwecih û navneteweyî kir ku ji bo pêkanîna agirbestê li welêt gavên pratîk biavêjin.

Her wiha serokatiya komîteya şopandinê banga pêkanîna agirbestê kir ku li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi hejmara 2570 divê hêzên biyanî û çeteyên biyanî ji Lîbyayê derkevin.”