Li Şehbayê ji ber mayînekê 3 zarok birîndar bûn

Li gund Babinisê yê Şehbayê ji ber teqîna mayînekê 3 zarok bi giran birîndar bûn.

Li Şehbayê ji ber mayînekê 3 zarok birîndar bûn
5 hezîran, 2021   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Babinisê yê Şehbayê saet di 18:00’an de mayînek teqiya, di encamê e 3 zarokên ji koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê bi giranî birîndar bûn.

Navên zarokên birîndar wiha ne; Ebdulkerîm Silêman (11), Celal Hisên (16) û Selam Şebabo Xalid (14).

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a kantona Şehbayê û rewşa wan ne aram e.

(fr)

ANHA