Daxwaza girtiyên siyasî a avakirina sîstemeke demokratîk, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê

Şêniyên li bajarê Qamişlo ji bo berxwedana girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de piştgiriya xwe nîşan da û piştrast kir ku armanca girtiyên siyasî a têkoşîna ku di girtîgehan de dimeşînin, ji box we gihandina sîstemeke demokratîk e, ew jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

Daxwaza girtiyên siyasî a avakirina sîstemeke demokratîk, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê
3 hezîran, 2021   03:09
QAMIŞLO- YARA MIHEMED

Berxwedana girtiyên siyasî di girtîgehên dewleta Tirk de ku ji 27'ê Mijdara par ve bi armanca azadkirina rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên li dijî girtiyan hatiye destpêkirin, didome.

Di vê çarçoveyê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan, Elî Omer got dijminatiya dewleta Tirk li dijî Kurdan ji demên kevin ve heye. Ev yek di siyaseta qirkirinê ya ku dewleta Tirk li dijî Kurdan pêk tîne, diyar dibe. 

`LI TIRKIYÊ RÊBAZÊN AŞTIYANE RÛBIRÛYÎ RÊBAZÊN TUND Û GIRTINÊ BERSIV DA `

Omer diyar kir ku dîroka dewleta Tirk ji serdema împaratoriya Osmanî ya windabûyî heya roja îro, ji ber sûc û komkujiyên ku li dijî gelê Kurd pêk anîne, bi sûcdariyê tê  naskirin.

Omer wiha li gotina xwe zêde kir: "Piştî damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê di 1978'an de, ji bo çareserkirina doza kurdî li Bakurê Kurdistanê bi rêbazên siyasî û aştiyane xebat hatin meşandin, lê belê desthilatdariya Tirk bi girtinan bersiv da.

Omer da zanîn ku dewleta Tirk kesayetên siyasetmedar ên Kurd girtin. Ew jî bi rakirina parêzbendiya li ser parlamenterên HDP’ê yên di parlamentoya Tirkiyê de ku wan bigirin, pêk hat.

Tevî ku parlamenterên Kurd di hilbijartinan de bi rêyên qanûnî bi ser ketin, dîsa jî rayedarên Tirk ev hebûna Kurd li parlamentoya Tirkiyê qebûl nekirin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl da ku bi derew û îdiayên ku HDP'ê bi PKK'ê re dide û distîne, Kurdan ji holê rake û bigihîne armancên xwe û wan bigirin.

Di heman demê de, girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa yên di girtîgehan de, bi destpêkirina gireva birçîbûnê û bidawîkirina sûcên li dijî wan, her wiha azadkirina rêber Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve, têkoşîna xwe berdewam dikin.

Omar piştgiriya xwe ji hemleya girava birçîbûnê re anî ziman û bi şerê "Rewa û rêbaza azadiyê" wesif kir û wiha got: "Divê em piştgirî û arîkariyê bidin girtiyan ku armanca wan a sereke rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan e."

`DEWLETA TIRK LI SER HESABÊ GELÊ KURD DIXWAZE ÇANDA XWE XURT BIKE`

Kesayetê welatparêz ê ji bajarê Qamişlo, Yûsif Mela diyar kir ku Kurd rojane ji hêla rejîmên otorîter ve bi zordarî û çewisandinê re rû bi rû ne û got: "Di dehsalên dawî de, dewleta Tirk siyaseta qirkirin û tunekirinê li dijî Kurdan da meşandin. Ev yek bi xurtkirina çanda Tirk li ser hesabê qirkirina çanda Kurd pêk anî."

Mela wiha domand: "Pêngav bi pêngav, ji serdema împeratoriya Osmanî ya têkçûyî û heya serdema komaran, wan rejîman heman siyaseta li dijî gelê Kurd parast û meşand, da ku gelê Kurd têk bibin û koçber bikin."

Mela got di van şert û mercên cuda de, çirûska azadiyê geş bû û ev yek di dîrokê de hat tomarkirin.

Têkoşerên Kurd ji 1982'an ve, bi destpêkirina damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê re berxwedaneke qehremanî di girtîgehan de didomînin.

Mela destnîşan kir ku ev çirûsk hêza xwe ji têkoşîna şehîd Mazlûm Dogan digire, yê ku diruşma berxwedanê wekî rêya azadiyê bingeh girt.

`TÊKBIRINA DESTKEFTIYAN`

Mela piştrast kir ku komploya ku ji hêla hin rejîmên kapîtalîst ve di 1996'an de hat destpêkirin, bi giranî ji bo têkbirina Tevgera Rizgariya Kurdistan bû û wiha aixvî: "Girtiyên siyasî berxwedaneke bêhempa nîşan da û di vî warî de gavên dîrokî avêtin, her wiha çalakiyên şermezarkirinê yên di girtîgehên Tirkiyê de bi rêxistin kirin da ku planên wan pûç bikin û bi bin bixin."

Têkildarî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mela wiha pê de çû: "Destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser ji  destpêka demazirandina xwe ve di 2014'an de bidest xistine û rola bibandor a ji bo piştgiriya tevahî gelan li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş lîstiye, diyardiyeke eşkere di hilweşandina rejîma kapîtalîst a li Rojhilata Navîn bi taybet û tevahî cîhanê de ava kir."

Mela eşkere kir Rêveberiya Xweser destpêka bidawîkirina pergala modernîteya kapîtalîst a ku gel ji bo xizmetên ajandeyên xwe bi kar anî. Rêveberiya Xweser bû piştevaniya avakirina civakeke hevgirtî ku tê de hezkirin û hevkarî di navbera ferdan de ji tevahî etnîk û mezheban heye.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de çalakiyên piştgiriyê didomîne.

Yusif Mela anî ziman ku dê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya berxwedana girtîgehan berdewam bike û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Destkeftiyên li ser erdê pêk tên, bi saya berxwedana girtiyên di girtîgehan de bi dest ketin."

(dx)

ANHA