Jinên Dêrazorê: Em felsefeya rêber Ocalan di mêjiyê xwe de dinivîsin

Jinên gundewarên rojhilatê Dêrazorê tekezî li ser şopandina felsefeya rêber Abdulah Ocalan kir û diyar kir ku bi saya wî jinan di hemû aliyan de destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Jinên Dêrazorê: Em felsefeya rêber Ocalan di mêjiyê xwe de dinivîsin
28 gulan, 2021   03:57
DÊRAZOR

Di sala 1999`an de rêber Abdulah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de dîl hate girtin û dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser wî ferz dike û derfetê nade parêzer û malbata wî ku hevdîtinê bi wî re pêk bînin.

Herî dawî di 7`ê Tebaxa 2019`an de hevdîtin pê re hate kirin û di 25`ê Adara borî de pêwendî bi rêya telefonê bi birayê wî Mihemed Ocalan re hate kirin.

Di vê der barê de endamên Meclisa Sivîl a gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji ANHA`yê re axivîn û ev yek şermezar kir.

Endama Komîteya Jinan a meclisê Henan El-Dûrî got, piştî rizgarkirina herêmê jin beşdarî hemû aliyên civakî, aborî, siyasî û leşkerî bûn, ev jî bi saya fikirên rêber Abdullah Ocalan bû.

Henan El-Dûrî behsa tecrîda li ser rêber Ocalan kir û diyar kir ku ew dîl girtin da ku fikirên wî dorpêç bikin, ji ber maf da jinan ku bi xwe biryaran bide û ev jî ne li gorî dewleta Tirk û sîstemên wê yên desthilatdarî ye ku bi awayekî neqanûnî dixebitin.

Henan wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan fikirên xwe ne tenê da beşekê yan jî neteweyekê lê belê da hemû pêkhateyan bi taybt jinan bi rêya peyam, pirtûk û parêzname û ji ber wê em fikirên wî di mêjiyê xwe de dinivîsin da ku bi rêya wî tê bikoşin."

Henan El-Dûrî di dawiyê de behsa projeya neteweya demokratîk kir ku armanca wê wekhevî û jiyana hevbeş e.

Bi destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku bi navê Şoreşa Rojava hate naskirin, jinên Ereb fikirên rêber Ocalan nas kirin û ji xwe re kirin bingeh da ku mafên xwe bi kar bîne.

Endama Meclisa Sivîl Şeyma El-Keram jî ev tişt anî ziman: "Girêdayî mafên jinan û mirovan cîhan di nava rewşeke tevlihev de dijî. Komployeke navneteweyî bi awayekî veşartî li dijî her kesî ku banga azadiya gelan û wekheviya di navbera jin û mêran de dike, tê kirin. Ji ber vê yekê jî rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin."

Şeyma El-Keram got dê şopdarên rêya Abdullah Ocalan bin û destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan ku herî zêde hişt jin cewhera xwe ya rast û hêza xwe nas bike, armanca wî zanebûn û pêşketin e û tevî ku di girtîgeha Îmraliyê de ye lê ew ji bo gel tê dikoşe. Şeyma di dawiyê de banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir.

(bx)

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0gU1r7DgMk4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>