ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-5-2021`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-5-2021`AN
27 gulan, 2021   23:00

- Lêkolîner û nivîskar Salihê Heydo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di şexsê PKK'ê de êrişî Kurdan dike û diyar kir ku "Gelê Kurd êdî ne gelê Kurd ê berê ye. Bi gerîla, siyaset û têkoşîna xwe re gelê Kurd li ser bingeha rewa li dijî qirkirinê li ber xwe dide." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdan a navçeya Tirbêspiyê piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, ne tenê hêzên gerîla dikin hedef, lê belê hebûna gelê Kurd bi giştî  armanc dike. Malbatên şehîdan  destnîşan kir ku ew ê rê û armancên şehîdan bişopînin. ." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê piştrast kir ku armanca dewleta Tirk êdî zelal bûye ku dixwaze gelê Kurd tune bike, her wiha bang li hêzên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê kirin ku helwesteke zelal li dijî êrişên dewleta Tirk nîşan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hiqûqnas Ebdullah El-Eryan got çer ku gel bi vebijêrka berxwedan û têkoşînê ve girêdayî ye, dê guhartina demografiya herêmê bi demê re têk biçe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê rapor li ser astên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade kirin û tê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê belge kirin û şandin civînên navneteweyî, da ku dewleta Tirk li ser van sûcan were muhasebekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Piştî 8 salan ji şehadeta şehîdên YPJ'ê yên destpêkê şehîd Silava û şehîd Bêrîvan, berxwedana wan bû pirtûk û niha jî dibe fîlm. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên gundewarên rojhilatê Dêrazorê tekezî li ser şopandina felsefeya rêber Abdulah Ocalan kir û diyar kir ku bi saya wî jinan di hemû aliyan de destkeftiyên mezin bi dest xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jinên ji bajarokê Girbawî  êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê bi çalakiyan piştevaniya xwe bi gerîlayan re bidomînin û were xwestin dê li kêleka wan şer bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîte û nivîsgehên aborî yên girêdayî saziyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya projeyan derfetên kar ji jinan re peyda dikin. Yek ji wan projeyan jî vekirina firnan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbarîm El-Qeftan diyar kirk u Rêveberiya Xweser sîstemeke alternatîf a sîstemên nenavendî ye û got "Ji mezintirîn encamên sîstema nenavendî û neteweyî lawazbûna girêdana nîştimanî ya gelê Sûriyê ye ku dev ji xaka xwe berda û berê xwe da welatên Ewropayê." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA