Ermenistanê li dijî Tirkiye gilînameyek pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir

Li gorî şandeya Ermenistanê ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Yêrîvanê Enqereyê tawanbar kir ku payîza 2020`an çeteyên Sûriyê tev li şerên li herêma Qerebaxê kirine.

Ermenistanê li dijî Tirkiye gilînameyek pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir
19 gulan, 2021   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa `Tas` a rûsî Yêrîvanê li dijî Tirkiye ji dadgehê re gilînameyek pêşkêş kir û diyar kir ku dewleta Tirk çeteyên Sûriyê şandin Qerebaxê da ku li rex artêşa Ezerbeycanê şer bikin, bi vê yekê mafên ermenan bin pê kirin.

Dawiya Adarê Ermenistanê banga vekişandina yekser û bi temamî ya hemû çeteyên biyanî kiribû ku Tirkiye û Azerbeycanê wan li herêma bi nakok belav kiribû.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di Kanûnê de ragihandibû, Tirkiye bi hezaran çeteyên sûrî şandin herêma Qerebaxê da ku li rex artêşa Azerbeycanê li dijî Ermenistanê şer bikin. Her wina bi bîr xist ku hejmara wan gihaşt derdora 2 hezar û 580 çete, gelek ji wan vegerin Sûriyê piştî ku Tirkiye fonên wan qut kirin.

Piştî 7 mehan ji şer Azerbeycan û Ermenistanê bi navbeykariya Rûsyayê di 10`ê Mijdarê de agirbest ragihand.

(eh)