HRE: Hekîm ê dîl hatibû girtin bûye kontra

HRE`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesê bi navê Hekîm ku di 17`ê Adarê de li Efrînê dîl hatibû girtin, bûye kontra û diyar kir ku divê gel li hemberî van kesan bi hişyarî tev bigere.

HRE: Hekîm ê dîl hatibû girtin bûye kontra
19 gulan, 2021   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê wiha ye:

“Me di daxuyaniya xwe ya di dîroka 19`ê Adara 2021`an de dabû diyarkirin ku roja 17`ê Adarê, dema ku yekîneyek me li ser erka xwe disekinî, di navbera yekîneya me û dijminê dagirker de pevçûn qewimîye. Di vê pevçûnê de rêhevala me Rûken Zerdeşt şehîd bûbû û 2 kes jî dîl ketibûn destê dijmin. Kesê bi navê Hekîm piştî ku di vê bûyerê de dîl ket destê dijmin, bûye kontra û bi dijmin re hevkariyê dike. Ev kes di demên dawî de bi taybetî di fealiyatên ku ji aliyê MÎT`ê ve tên birêvebirin de cih digire, pêwîst e gelê me li hember vê rewşê bi hişyarî tevbigere.”