Rêveberiya Xweser: Biryara /119/ hat betalkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî daxwazên gel biryara /119/ a têkildarî bilindkirina nirxê madeyên sotemeniyê, betal kir û got: “Rêveberî ji gel û ji bo gel e.”

Rêveberiya Xweser: Biryara /119/ hat betalkirin
19 gulan, 2021   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara hejmar /123/ derxist û tê de biryara /119/ betal kir.

Di biryarnameyê de wiha tê gotin:

 “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwazên gel pêk tîne, ji ber ku rêveberî ji gel û ji bo gel e.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van biryaran dide:

1-Biryara hejmara /119/ a di 17`ê Gulana 2021`an têkildarî bilindkirina nirxê madeyên sotemeniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye derxistin, betal dibe.

2-Heta ku biryarek nû derdikeve an guhertin tê çêkirin, li gorî nirxên beriya derketina biryara /119/ tê tevgerkirin.

3-Ev biryar ji bo her kesê ku pêwîste pêk bîne, derbasdar e.”

(cx)

ANHA