Çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê zarokek birîndar kir

Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker zarokekî 10 sal gulebaran kir û wî birîndar kir.

Çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê zarokek birîndar kir
6 gulan, 2021   20:36
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên herêmî ji hundirê Serêkaniyê, di encama gulebarana çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de zarokê bi navê Dawûd Ehmed Şêx Bedran ê 10 salî li pêş mala xwe ya li taxa Zeredeşt birîndar bû.

Çavkanî da zanîn ku birîna zarok giran e, ji ber ku di gule li sîng ketiye û rakirin nexweşxaneyê.

(fr)

ANHA