​​​​​​​Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê dê hefteya bê serdana Erebistana Siûdî bike

Hate ragihandin ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dê hefteya bê serdana Erebistana Siûdî bike.

​​​​​​​Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê dê hefteya bê serdana Erebistana Siûdî bike
6 gulan, 2021   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reuters ku agahiyên xwe dispêre berpirsên tirk, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dê hefteya bê serdana Erebistana Siûdî bike da ku li ser awayên sererastkirina têkiliyên her du welatan dan nîqaş bikin.

Berpirsên tirk ku nexwestin navên xwe eşkere bikin gotin, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Qiral Selman Bin Ebdulezîz roja Sêşemê bi telafonê axivî û li hev kirin ku Çavuşoglu û hempîşeyê xwe yê siûdî Emîr Feysel Bin Ferhan Al Siûd roja 11'ê Gulanê dan û standinan bikin.

Li herêma Rojhilata Navîn gelek tevger û hevdîtinên veşartî têne kirin, di nav de hevdîtinên Erebistana Siûdî û Îranê, hevdîtinên di navbera Tirkiyê û Misirê de, her wiha hevdîtinên Erebistana Siûdî û Şamê.