Li Bakurê Idlibê çeteyekî ‘Ceyş El-Ehrar’ hate kuştin û 3 çete birîndar bûn

Di êrişa bi moşekan a hêzên hikumeta Şamê li dijî nuqteyeke “Ceyş El-Ehrar” a li bakurê Idlibê de, çeteyek hat kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Li Bakurê Idlibê çeteyekî ‘Ceyş El-Ehrar’ hate kuştin û 3 çete birîndar bûn
6 gulan, 2021   09:11
NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê moşekek avêtin nuqteyeke çeteyên “Ceyş El-Ehrar” a li derdorê Maret El-Nesan a bakurê Idlibê, di encamê de çeteyek hat kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Çeteyan jî trakseke hêzên hikumeta Şamê li derdorê gundê El-Bewabiyê ya rojavayê Helebê bi moşekekê kir hedef. Agahiyên li ser wendahiyên canî nehatin bidestxistin.

(dx)