Du topên moşekan li bajarê Efrînê ketin

Du  topên moşekan li taxa Sînaa û kolana Cindirêsê yên navenda bajarê Efrînê ya dagirkirî ketin.

Du topên moşekan li bajarê Efrînê ketin
30 nîsan, 2021   15:05
ŞEHBA

Çavkaniyekê ji navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî ragihand ku vê êvarî du topên moşekan li taxa Sînaa û kolana Cindirêsê yên navenda bajar ketin.

Heta niha nehatiye zanîn ku kijan aliyan moşek avêtine.

Duh di saetên derengî şevê de, balafireke şer ku dihat texmînkirin ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên artêşa Tirka  dagirker ên li gundê Kefer Xaşir ên başûrê rojavayê bajarê Ezazê yê dagirkirî kirin hedef.

ANHA