MSD: Têkoşîna ji bo jiyaneke bi rûmet didome û berfireh dibe

MSD'ê peyama 1'ê Gulanê da û got: "Têkoşîna me û têkoşîna tevahî çînên civakê û kedkaran berdewam û berfireh dibe heta ku jiyana bi rûmet ku layiqî tevahî pêkhateyên gelên herêmê be, pêk were."

MSD: Têkoşîna ji bo jiyaneke bi rûmet didome û berfireh dibe
30 nîsan, 2021   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê peyameke weşand.

Peyama MSD'ê wiha ye:

"Her sal 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê ye ku çîna kedkaran li tevahî cîhanê pîroz dikin. Di vê rojê de dengên ji bo rakirina zilm, pişaftin, tevahî cûre keysbazî û misogerkirina tevahî mafên kekdaran bilind dibin.

Em Meclisa Sûriya Demorkatîk vê rojê li tevahî karker û kedkarên Sûsiyê û tevahî şêniyên gelê me û gelên bindest ên ku ji bo vegerandina mafên xwe tê dikoşin, pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em teqez dikin ku hişkbûna rejîma navendî ya desthilatdar a li dijî çîna kedkaran wê li pêşiya xurtkirina têkoşîna wan a li dijî gendelî û pergalên destpotî yên navendî nebe asteng. Pergalên behsa mijarê welat parçe kirin û paşguh kirine ku mercên geşkirina mayînde winda kirin, di encamê de rê li ber keysbaziyê vekir. Van pergalan bi desthilata xwe civaka Sûriyê dabeşî tebqeyên çewisandî kirin ku li pêşberî zilm, zordarî û bêmafiyê rû bi rû hiştin.

Em di MSD'ê de teqez dikin ku xeta têkoşîna me û têkoşîna tevahî cînênê civakî û yên kedkaran berdewam e û berfireh dibe ta ku armancên xwe yên jiyaneke bi rûmet ku layiqî tevahî pêkhateyên gelên herêmê, bi taybet çîna kedkaran pêk bînin. Her wiha ev têkoşîn wê heta avakirina dewleteke ne navendî ya demokratîk berdewam bike. Bi vê wesîleyê em têkoşîna jinên kedkar ku li dijî wan siyasetên herî qirêj ên cûdekariyê hatin meşandin, silav dikin. Divê tevahî mafên jinên kedkar di destûra nû ya welat de wekî destûreke demorkatîk li ser bingehê civaka demorkatîk a bi pêşengtiya jina azad, were misogerkirin."

ANHA